Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir

  • rojane
  • 16:23 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kesên çop avêtine derdorê û hewl dan provakasynê pêk bînin, gilî kir. 
 
Li Wanê hewldana avakirina danezanê ya ‘şaredarî xizmetê nake’ berdewam dikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dîmenên du kesên ku daran ziwabûyî û çopan diavêtin ser rêyê parve kir. 
 
Şaredarî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di demên dawî de ser astengkirin û reşkirina xebatên şaredariyê hewldan hene û wiha hate gotin: “Kesên ku piştevaniya van hewldanan dikin, bi zanebûn hewl didin danezana ‘şaredariya bajarê mezin naxebite’ ava dikin. Îro (23’yê tîrmeha 2024’an) ev her du kesên nasnameya wan nediyar darên ziwa û çopan avêtin li pêşiya avahiyê Şaredariya Bajarê Mezin û hewl dan ku provakasyonekê li dar bixin. Ev kes hewl dana xebatên şaredariya me asteng bikin û hewl dane ku di raya giştî de aciziyê ava bikin.” 
 
HATIN GILÎKIRIN
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku derbarê kesên hewl dane provakasyonê pêk bînin, gilî hatiye kirin.