Dewleta tirk a sewqiyata leşkerî didomîne herêma Biradostê bombebaran kir

  • rojane
  • 10:30 19 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk a ji Herêma Behdînanê re sewqiyeta leşkerî didomîne, çoltara Herêma Biradostê bombebaran kir. 

 
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin û sewqiyeta leşkerî didomin. Dewleta tirk a bi rojane ji Herêma Behdînanê re sewqiyatê dike duh bi şev jî bi sedan wesayîtên zirxî sewqiyeta leşkerî kir. Hate zanîn ku sewqiyet li navçeyên Amêdiyê û Şêladizê yên Dihokê hatine kirin. 
 
BIRADOST HATE BOMBEBARANKIRIN Û ŞEWAT DERKET
 
Hate diyarkirin ku balafirên şer ên aydê dewleta tirk duh bi şev herêma Biradostê bombebaran kirine û di encamê de şewat derketî ye. Herêmên Biradost ên Darista, Kem Kora, Gerwî Robî, Rûwala û Pingosta hatine bombebarandin. Hate diyarkirin ku şewata di encama bombebaranê li herêmê derketî ye belav dibe.