Şaredariya Farqînê we bi sê zimanan pêşwazî dike

  • rojane
  • 22:18 18 Tîrmeh 2024
  • |
img

AMED - Şaredariya Farqînê di ketina navçeyê de bi tabelaya sê zimanî we pêşwazî dike. 

Şaredariya Navçeya Farqînê ya Amedê tabelaya pir zimanî çêkir û danî ketina navçeyê. Tabelaya berê ya di heyama qeyûm de tenê bi zimanê tirkî bû. Şaredariya Farqînê ya niha di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye, bi zimanê kurdî, tirkî û îngîlîzî tabela amade kir û danî ketina navçeyê. 
 
Şaredarî bi sê zimanan "Hûn bi xêr hatin Farqînê, Silvan'a hoşgeldiniz, Welcome to Farqîn" bixêrhatina mêvan û şêniyên xwe dike.