Girtiyê piştî 31 salan hat berdan: Ez ê têbikoşim

  • rojane
  • 21:19 18 Tîrmeh 2024
  • |
img

ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Mahmut Badur piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan û destnîşan kir ku ew ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomîne. 

 
Girtiyê nexweş Mahmut Badur (59) piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan. Badur li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê girtîbû. Badur di sala 1993'yan de li Îzmîrê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn. 
 
Badur di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan de cih digire. Badur li girtîgehê nexweş dikeve, tê emeliyatkirin û stent dixin damarên wî û gurçika wî tê jêkirin. Divê ew sala bihûrî bihata berdan lê ji ber hinceta cezayê disîplînê lê hatibû birîn 2 caran berdana wî hat taloqkirin. 
 
'EZ Ê LI BER XWE BIDIM' 
 
Badur ê hat berdan li ber girtîgehê hestên xwe jî parve kir û wiha got: "Me 31 salan li girtîgehê li ber xwe da. Ez ê ji niha pê ve li derve jî ji bo jiyanek azad û xweş li ber xwe bidim û têbikoşim. Ji ber ez hatim tehliyekirim bi kelecan im lê ji ber ku hevalên min li wir man jî xemgîn im."