Ji bo 4 bajaran hişyariya barîna zêde hat kirin

  • rojane
  • 08:56 18 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo 4 bajaran bi koda zer hişyariya barîna barana zêde kir. 
 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya rojane eşkere kir. Midûriyetê da zanîn ku ji dema nîvro ve dê li Erzirom, Qers, Erdexan û Agirî û derdora wan baraneke zêde bibare. 
 
Midûriyetê li dijî rabûnên avê, lehî, birûsk, hezaz û bagerê welatî hişyar kir û xwest tevdîran bigirin. Midûriyetê bi koda zer hişyarî da.