Cenazeyê Kaya piştî 6 salan dan malbatê

  • rojane
  • 15:39 17 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Cenazeyê Mahsum Kaya ku li çoltarê Şirnexê di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 6 salan radestî malbata wî hate kirin. 
 
Cenazeyê endamê HPG’ê Mahsum Kaya ku di 18’ê tîrmeha 2018’an de li gundê Elemûnê yê navçeya Qileban a Şirnexê di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû, 6 sal piştre radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê Kaya li goristana bêkesan a li Şirnexê hatibû definkirin. Piştî mînakên DNA’yê yên malbatê hev girtin, cenaze hate teslîmkirin. Malbatê cenazeyê zarokê xwe li gundê Akdîrek ê navçeya Palo ya Xarpêtê defin kir.