Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê serdana partî û aliyên siyasî kir

  • rojane
  • 10:45 17 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Karamûs li Hewlêrê serdana aliyên siyasî yên Komelgeha Dadgerî, Partiya Parêzgeran û Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk kir. Di serdanê de li ser pêwîstiya yekitiya neteweyî û helwestek hevpar ya li dijî leşkerkêşan û êrişa dagirkeriya dewleta tirk hate axivîn.
 
Hevserokê Giştî yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs li bajarê Hewlêrê serdana Komelgeha Dadgerî ya Kurdistanê, Partiya Parêzgeran a Kurdistanê û Yekitiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê kir.
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê Karamûs ewilî serdana Komelgeha Dadgerî ya Kurdistanê kir û ji aliyê endamên mekteba siyasî ve hate pêşwazîkirin. Piştre jî serdana Partiya Parêzeran a Kurdistanê kir û ji aliyê Serokê partiyê Ecar Surçî ve hate pêşwazîkirin.
 
Di berdewamiya serdanan de Ahmet Karamûs serdana Yekitiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê kir û ji aliyê Sekreterê yekitiyê Xefûr Mexmûrî û endamên mekteba siyasî ve hate pêşwazîkirin.
 
Di serdanan de leşkerkêşan û êrişên dagirkeriya dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê û helwesta hevpar ya partî û aliyên siyasî ya li beramberî metirsiya mezin a dagirkerên Kurdistanê ya li ser gelê kurd hate guftugokirin. Her wiha qala pêwîstiya yekitî û yekrêziya neteweyî hate kirin.
 
Pişt re Dezgeha Standart ji bo Hevserokê KNK’ê Karamûs li gel hinek kesayetên welatparêz û rewşenbîran civînek li dar xist. Karamûs di civînê de li ser pêwîstiyên yekîtiya gelê kurd û pirsgirêkên li pêşiya yekîtiya neteweyî axivî.
 
Serdanên Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Karamûs yên ji bo partî û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê dê berdewam bike.