Li Colemêrgê 'Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re' di roja 12’emîn de ye

  • rojane
  • 23:06 16 Tîrmeh 2024
  • |
img

COLEMÊRG - "Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re" ya li Colemêrgê di roja 12’emîn de bi beşdariya komên ji Mûş û Wanê hatine berdewam kir. 

Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî di 3'yê hezîranê de waliyê Colemêrgê wek qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hatibû kirin û Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî hatibû girtin. Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm berdewam dikin. Çalakiya "Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re" ya ku Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) di 25'ê hezîranê de li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê  dabû destpêkirin, di roja 12'emîn de ye. Komên ku ji Mûş û Wanê hatin û beşdarî nobeda li ber Bazara Gel a Şaredariyê bûn domandin. 
 
 Gelek dovîz li cihê nobedê hatin daliqandin. Gelek welatî jî tev li nobedê bûn.