Li Serdeştê kolberek hat kuştin

  • rojane
  • 22:31 16 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Serdeştê komek kolber gulebaran kirin. Di êrişê de kolberek hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn. 

 
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku kolberek di êrişa hêzên rejîma Îranê de hatiye kuştin. Hat zanîn ku navê kolberê hatiye kuştin Kiyanî Zînî yê 19 salî ye û ew ji gundê Reşe Hermê ye. Hat diyarkirin ku kolberên bi navê Peyman û Keywan Qadirî jî birîndar bûne. 
 
Her wiha Komeleyê destnîşan kir ku hêzên rejîmê ji baregeha leşkerî ya li Kotirê ya Serdeştê bêyî ku hişyariyê bidin gule li kolberan reşandine.