Li Hezexê du kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 18:43 16 Tîrmeh 2024
  • |
img
 
 
 
ŞIRNEX - Leşkeran avêt ser gundê Firfelê yê Hezexê û di serdegirtina malê de Fatma û Abdullah Gul ên hevjînên hev hatin binçavkirin. 
 
Leşker avêt ser gundê Firfelê yê bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve û bi ser mala Fatma û Abdullah Gul ên hevjînên hev ve girtin. Li malê lêgerîn pêk hat û piştre Fatma û Abdullah Gul hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û hat diyarkirin ku wan birin Midûriyeta Polîsan a Hezexê.