Li Şirnexê dîsa gelek dever hatin qedexekirin

  • rojane
  • 11:47 16 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê li seranserî bajar gelek herêm weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihand. 
 
Walîtiya Şirnexê gelek qadên çoltarê yên navenda bajar û navçeyên Silopiya, Qileban û Elkê ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihand. Di nava qadên behsa xeberê de herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Feraşîn jî hene. Qedexe dê heta 30’ê tîrmehê bidomin. 
 
Herêmên behsa xeberê bi sala ye her 15 rojan carekê li sivîlan tên qedexekirin.