Li Pîranê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin

  • rojane
  • 00:38 16 Tîrmeh 2024
  • |
img

AMED - Li navçeya Pîran a Amedê li dijî Mahmût Bîlgîn ê ku şofêriya kamyonê dike êrişa çekdarî pêk hat û jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Xaçek ê bi ser navçeya Pîranê ya Amedê ve duh di saetên êvarê de şofêrê kamyonê Mahmut Bîlgîn (39) bi êrişek çekdarî re rû bi rû ma û di êrişê de jiyana xwe ji dest da. Nehat zanîn ku êriş ji aliyê kî ve hatiye kirin û gelo ka kesekî an jî hin kesan kiriye. 
 
Piştî bûyerê li ser hawarê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê û Bîlgîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pîranê. Piştî mudaxileya li vir wî sewqî Nexweşxaneya Perwrede û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê kirin. Bîlgîn tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Hat zanîn ku Mahmut Bîlgîn birayê Serokê Şaredarê Pîranê Abdussamed Bîlgîn ê ku di sala 2014'an de ji DBP'ê hatibû bijartinê ye.