Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e

  • rojane
  • 20:21 15 Tîrmeh 2024
  • |
COLEMÊRG - Li Colemêrgê koma şeşemîn nobeda "Rêzgirtina ji îradeyê" dewr girt. Şaban Alkan daxuyanî da û got: "Qeyûm desteserkirin, talan, rant û nelirêtî ye." 
 
Nobeda "Rêzgirtina ji îradeyê re" ku li dijî Şaredariya Colemêrgê li Colemêrgê hatiye destpêkirin di roja 11'emîn de berdewam dike. Komên ku ji Wanê û Mûşê hatin wek koma şeşemîn nobedê dewr girtin. Di dema dewrkirina nobedê de encumenên Şaredariya Colemêrgê daxuyanî dan. 
 
Di çalakiyê de dirûşm hatin berzkirin û pankart hatin vekirin. Encumenê Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan daxuyanî da û çalakî û nobeda wan li dijî qeyûm berdewam dike û ew ê her kirinên qeyûm ji raya giştî re eşkere bikin. Alkan got: "Qeyûm desteserkirin, talan, rant û nelirêtî ye." 
 
Çalakvan piştî daxuyaniyê heta ber avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê meşiyan û diruşmên “Colemêrg warê me şaredarî karê me" û "Berxwedan jiyan e” berz kirin.