Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan

  • rojane
  • 20:11 15 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Ekolojistan li Amedê diyar kirin ku ew ê destûr nedin pêşniyarqanûna ku ajalan ango heywanan bikuje û gotin: "Pêşniyarqanûn ku wê heywanan bikuje di hişê xwe de jî derbas nekin." 
 
 Komîsyona Mafê Heywanan a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê têkildarî bi pêşniyarqanûna ku der barê kuştina heywanan tê amadekirin, li Parka Rojava daxuyanî da. Hevşaredarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankart û dovîzên ku mafên heywanan diparêzin hatin vekirin. 
 
Endama Komîsyona Mafên Hewyanan a Komeleya Ekolojiyê Semra Mamûk daxuyaniyê xwend û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li dijî pergala ku komkujiyan pêk tîne rabin û got: "Em ê destûr nedin vê pêşniyarqanûna we ku heywanan dikuje. Vê pêşniyarqanûnê di hişê xwe de jî derbas nekin." Mamûk bang li her kesî kir ku li ber vê pêşniyarqanûnê û komkujiya heywanan rabin û xwest ku ev pêşniyarqanûn paş de bê vekişandin. 
 
Hevşaredr Serra Bûcak jî li ser pêşniyarqanûnê axivî û nerazîbûn nîşanî plana kuştina heywanan da.