Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir

  • rojane
  • 10:17 15 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber bombebarana dewleta tirk a li dijî navendên gundên Amediyeyê, hinek mal şewitîn. 
 
Dewleta tirk şevê din bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî gundên Sergelê, Kevne Mêzê, Mêzê, Guherzê û Belaveyê yên Amediye ya Dihokê kir. 
 
Hat zanîn ku di encama êrişên li dijî navendên gundên Kevne Mêzê û Mêzê de hinek mal bi temamî şewitîn. Têkildarî windahiyên canî tu agahî nehatin bidestxistin.