Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer

  • rojane
  • 08:30 15 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer a barîna barana zêde kir. 
 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya texmînên hewayî ya rojane aşkere kir. Li gorî vê ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer hate kirin. 
 
JI BO 6 BAJARAN HIŞYARIYA BIKODA ZER
 
Tê payîn ku li derdora Erzirom, Qers, Erdexan, Gumuşhane, Baybûrt û başûrê Artvînê barîna barana zêde piştî nîvro bandora xwe zêde bike û heta êvarî bi navber bidome. Meteorolojiyê li dijî neyîniyên weke rabûna lehiyê, birûsk, gijlok, bayê zêde û bahoza dem kurt hişyar kir ku bi baldar û bitedbîr bin. 
 
HIŞYARIYA BI KODA ZER
 
Potansiyela rewşa hewayî xetere ye. Her çiqas bûyera meteorolojiyê ya tê texmînkirin ne awarte be jî, divê têkildarî çalakiyên ku di bin bandora şert û mercên meteorolojiyê de ne hişyarî bê dayîn.