Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin

  • rojane
  • 22:45 14 Tîrmeh 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Cenazeyê endamê HPG’ê Taner Ogmen ê li navçeya Kerboranê jiyana xwe ji dest dabû, radestî malbatê hate kirin. 
 
Hate zanîn ku yek ji kesê di êrişa hewayî ya duh li navçeya Kerboran a Mêrdînê hate kirin de jiyana xwe ji dest daye, endamê HPG’ê Taner Ogmen (Herekol Şiyar) e. Malbata wî ya ku agahî bidestxist ji navçeya Gever a Colemêrgê hate Mêrdînê, cenazeyê li morgê dihate rawestandin teşhîs kir. 
 
Cenazeyê Ogmen piştî karûbarên dozgeriyê radestî malbatê hate kirin. Malbata ku cenazeyê kurê xwe ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê wergirt, ber bi Geverê ve bi rê ket.