Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin

img
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan qedexe kir. 
 
Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku li çiyayên Cûdî û Gabarê ku di nava sînorên navenda Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Basa û Silopiyayê de dimîne ji bo 15 rojan weke "Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî" hatine îlankirin. Ketina Cûdî û Gabarê ji şeniyên herême re hatin qedexekirin.
 
Walîtiyê ragihand ku dê qedexe heta 24’ê gulanê bidome.