ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 13 Nîsan 2024
  • |
img
* Kordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ku ji bo kampanyayên pirtûk û tembûran bang kir, diyar kir ku kampanyayên wan berdewam dikin.
 
* Rojnamevan Fehîm Işik anî ziman ku AKP bi hevdîtinên li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî re li tiştekî xwe lê bigire digere û got ku lê zor e li hemberî tevgera azadiya kurd bi ser bikeve. 
 
* Jina ku yek jê cerdevan rastî destdirêjiya sîstematîk û bişantaj a 4 kesan hat, got: "Kiryaran beraat kirin, lê di vê pêvajoyê de pişetvaniya jinan hêz da min. Heta hesab neyê bipirsîn ez ê bitêkoşim." 
 
* Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan û Dayikên Şemiyê ya li Êlihê dê bidome. (11.00) 
 
* ÎHD û Xizmên Windakiriyan dê li Amed û Êlihê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar bixin. (12.00)
 
* Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, dê di hefteya 994’an de li Qada Galatasarayê bicivin. (12.00)
 
* ÎHD ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Îzmîr û Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di hefteya 629’an de li pêşiya avahiya şaxê çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li dar bixe. (13.30)