Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê

  • rojane
  • 11:19 4 Cotmeh 2024
  • |
COLEMÊRG - Cezayê Abdurrahman Gemîcîoglû ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Gemîcîoglû ku nexweşiyên wî yên giran hene, bi ambulansê sewqî Girtîgeha Wanê hate kirin. Karûbarên ketina girtîgehê yên Gemîcîoglû di ambulansê de hatin kirin û piştre birin nexweşxaneyê. 
 
Abdurrahman Gemîcîoglû 67 salî ye û nexweşiyên wî yên giran hene. Cezayê 8 sal û 9 mehan ê Gemîcîoglû ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Nexweşiyên weke penceşêra rûviya stûr, nexweşiya dil, şekir, tansiyon, anksiyete û gelek nexweşiyên Gemîcîoglû yên din hene. Gemîcîoglû, duh di encama serdegirtina mala wî ya li navçeya Geverê ya Celemêrgê de hate binçavkirin. Gemîcîoglû birin Edliyeya Geverê û piştî biryar li rûyê wî hate xwendin, bi ambulansê birin Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê. Hat zanîn ku Gemîcîoglû 10 saetan di ambulansê de hate sekinandin. Piştî karûbarên ketina girtîgehê di ambulansê d hatin kirin, Gemîcîoglû birin Navenda Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. 
 
NEXWEŞIYÊN GEMÎCÎOGLÛ
 
Elîf Gemîcîoglû da zanîn ku bavê wê ji ber nexweşiya penceşêrê nêzî saleke li gelek nexweşxaneyên Wan û Geverê tê tedawîkirin û wiha got: “Nêzî 6 mehan rûviyên bavê min li derve bûn û bi vî awayî hate tedawîkirin. Mehek berê rûviyên wî dîsa girtin hundir. Di 9’ê cotmehê de randevuya bavê min a kolonoskopiya heye. Her wiha du roj berê ji ber nexweşiya dil me rakir nexweşxaneyê. Di heman demê de dilê wî zeîf e. Di demên berê de dilê wî ji sedî 35 dixebitî û niha daketiye ji sedî 20’ê. Li gel van nexweşiyên giran, her wiha nexweşiyên wî yên tansiyon û şekirê hene. Di demên dawî de jî hebên antîdepresanê bi kar tîna. Car bi car hafizeya wî diçe. Niha jî ne di wê ferqê de ye bê ka çi dijî û çi bi serê wî tê.” 
 
‘NIKARE PÊDIVIYÊN XWE YÊN BINGEHÎN BI CIH BÎNE’ 
 
Gemîcîoglû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bavê min di nava partiyeke siyasî de ku niha nûnertiya bi milyonan kesan dike de xebatên siyasî meşand. Ev nêzî du sal in ji ber nexweşiyên xwe yên giran li nexweşxaneyê tedawî dibe. Rewşa tenduristiyê ya bavê min pir giran e û nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bîne. Divê tavilê were berdan û tedawî bibe. Banga min ji bo tevahiya raya giştî ew e ku bikevin nava tevgerê. Em dixwazin Wezareta Dadê biryara xwe dîsa binirxîne. Cihê bavê min ne girtîgeh, nexweşxane ye. Tevî ku xetere li ser jiyana bavê min hebû lê dîsa jî bi ambulansê birin girtîgeha Wanê. Ev rewş nayê qebûlkirin.” 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Di sala 2012’an de li navçeya Geverê di bin navê “KCK’ê” de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz li Abdurrahman Gemîcîoglû hate vekirin. Di dozê de 8 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Gemîcîoglû. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, cezayê dadgeha herêmî di sala 2019’an de dabû Gemîcîoglû, demek berê erê kir. 
 
MA / Mazlum Engîndenîz

Sernavên din

09:04 Sermayedaran xweza xwarin û xilas kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ KANÛNA 2024’AN
21/12/2024
16:49 Ji ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:41 Hêrsa li dijî qetilkirina rojnamevanan: Em ê tim heqîqetê ragihînin
16:37 Ji Meclisa Jinên Sûriyeyê deklerasyoneke 13 xalî
16:32 Xwestin girtiyên bi nexweşîna Wernîcke Korsakoffê bên berdan
15:52 Xizmên windayan qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
15:48 Ji bo Îsmaîl Bahçecî û rojnamevanên hatine qetilkirin doza edaletê kirin
15:42 Li sînor qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
14:39 HPG: PDK'ê kemîn danî pêşiya tîmek me
13:17 Li Girtîgeha Panosê îşkence li jinên girtî hat kirin
11:50 Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
10:15 Rêxistinên çapemeniyê: Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e
09:19 Malpera înternetê ya Yenî Yaşamê hat astengkirin
09:15 Navenda Şerê Cîhanê ya 3’emîn: Rojhilata Navîn
09:13 Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê
09:03 Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
20/12/2024
21:49 Ber bi sînorê Kobanê ve veguhastina tanqan
21:25 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:07 IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin