Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
- jin
- 13:23 04/5/2024
Rojnameger Esra Solîn Dal ji 26’ê nîsanê ber bi îro ve di qawîşa yekkesî de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin.
Rojnameger Esra Solîn Dal ji 26’ê nîsanê ber bi îro ve di qawîşa yekkesî de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin.
Women Press Freedom di rapora xwe de destnîşan kir ku sansura desthilatan bi girtina rojnamegeran didome û diyar kir ku di sala 2024’an ber bi îro ve 92 rojnamegerên jin di girtîgehan de ne.
Ashfaq Ahmad Qureshi di metbaxa mala xwe ya li navçeya Kepezê de wek mirî hate dîtin. Kurê wê Ahsan Alî Qureshi bi sûcdariya "kuştina bi qastî" hate girtin.
Li Wanê jinan ji bo danişîna doza têkildarî kuştina Fatma Ogûr a ji aliyê hevjînê wê ve sibê were li dar xistin banga tevlibûnê kirin.
Derheqê 33 jê jin bi giştî 35 kesan de bi sedema tev li Meşa Şevê ya Femînîst bûne doz hatibû vekirin û di dozê de biryara beraetê hate dayîn.
Hevşaredara Gimgimê ya berê Sabîte Ekîncî ya ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku lê dihate ragirtin hate berdan, bal kişand ser çalakiya li girtîgehan berdewam dike û herkes vexwend ku bi hestiyar bibe.
Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî ya 9 sal cezayê hefsê daye Zelal Bîlgîn a TJA’î xera kir. Danişîna piştî biryara xerakirinê hatiye lidarxistin de carek din ji sînorê jêr dûr ketin ceza dan Bîlgînê.
Jina bi navê Nazli Tepedîr li navçeya Turkoglûyê ji hêla hevjînê xwe Mehmet Tepedîr ve hate qetilkirin.
Li gundê Turuş ê Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate avakirin.
Li navçeya Alaşehîrê Hamza Demîrkiran, hevjîna xwe Bûse Demîrkiran qetil kir.
Hejmara 61’emîn a Kovara Jînê bi manşeta “Hem 1’ê Gulanê hem jî kolan ên me ne: Bi keda xwe em li her derê ne” derket.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, bang li Wezareta Dadê kir ku ji vîna gel re rêzê bigire û wiha got: “Yên ku bi gefên girtina partiyan û tayînkirina qeyûman re şaredariyên me hedef nîşan didin, divê baş zanibin ku gelên me wê destûrê nedin vê yekê.”
Li navçeya Kuçukçekmeceyê jinek li mala xwe bi awayekî biguman mirî hate dîtin.
TJA’yê ragihand ku dê di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li dijî tecrîdê ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê li qadan bin.
Rêxistinên jinan bang li hemû jinan kirin ku di 1’ê Gulanê de li dijî kedxwariyê, bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve” biherikin Qada Taksîmê û daxwazên xwe biqîrin.