TJA: Gefa li Pervînê hat xwarin, li hemû jinan hatiye xwarin
- jin
- 14:46 01/7/2018
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî gefa ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buladan xwar, li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî da û helwesta Soylu şermezar kir. TJA da zanîn ku gefa li Pervîn Buldan hatiye xwarin li hemû jinan hatiye xwarin.