TJA: rejîma tundiyê û yek tîp dê bi yekîtiya çalakiyan hilweşe

  • jin
  • 12:50 26 Kanûn 2017
  • |
img

AMED – Tevgera Jinên Azad (TJA) bertek nişanî biryarên KHK'ê û biryara cilên yek tîp da û anî ziman ku ev yek rûmetê dişkîne û nayê qebûlkirin. TJA, destnîşan kir ku tundî û cilên yek tîp dê bi yekîtiya hêzên demokratîk bê şikandin û xwest hemû hêz li dijî vê yekê bibin yek. 

Bertek û nerazîbûna li dijî cilên yek tîp û biryarên KHK'ê her ku diçe zêde dibe. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bertek nîşanî biryara "Cilên yek tîp" da û anî ziman ku ev beryar bi tu awayî nayê qebûlkirin. TJA, têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: "Biryar û pêkanîna cilên yek tîp rûmetê dişkîne. Mirovan kêm dixe. Em wekî TJA bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku li dijî vê pêkanînê dakevin kolanan û li kolanan bibin yek û dengê xwe bilind bikin. 
 
‘YEK TÎP RÛMETÊ DIŞKÎNE Û KÊM DIXE'
 
TJA, di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku cilên yek tîp hem rûmeta mirovan dişkîne û hem jî kêm dixwe û bi vê yekê armanc dike ku bêtir mirovan bike koleyê xwe û vîna wan dîl bigire û wiha cih da daxuyaniyê: "Ev biryara 'cilên yek tîp' li dijî karneya masûmiyetê ye. Li dijî mafê mirovan û rûmeta mirohiyê ye. Îtîfaqa faşîst a serdestiya mêr ya AKP-MHP'ê dixwaze bi vê yekê pergala yek ziman, yek çand, yek reng, yek millet û yek tewletê li ser civakê ferz bike. Pergala cilên yek tîp wekî amûrê desthilatdariya siyasî li ser civakê dimeşîne. Dewleta AKP'ê ji bo temenê xwe dirêj bike serî li hemû rê û rêbazên tundî û dijmirovahiyê dide û mudaxaleyî jiyana mirovan a taybet dike. Ev hişmeniya mêrê serdest ê militarist e. Faşîzma AKP'ê bi OHAL û rejîma KHK'yan li ser hemû civakê dixwaze tirsê ava bike û ferz bike. 
 
‘JINÊN SIYASÎ DÊ DI BER XWE BIDIN'
 
TJA da zanîn ku jinên siyasî dê li dijî vê yekê di ber xwe bidin û wiha dirêjî da daxuyaniyê: Jinên siyasî dê di ber xwe bidin. Dê kefen li xwe bikin lê van cilan li xwe nakin. Hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê dê qet û qet van cilên yek tîp û polîtîkayên tundiyê qebûl nekin. Dê li dijî vê pergalê di ber xwe bidin. Dê kefen li xwe bikin lê van cilan li xwe nakin. Çawa di 12'ê îlonê de li ber xwe dan, Di 14'ê Tîrmehê de li Zindana Amedê di ber xwe dan dê dîsa jî di ber xwe bidin."
 
BANG LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ KIR
 
TJA herî dawî bang li hemû hêzên demokrasiyê kir û xwest li dijî cilên yek tîp û polîtîkayên AKP'ê dakevin kolanan û li kolanan bibin yek û dengê xwe bi hevre bilind bikin.