'Em beramberiya keda xwe wernagirin'

  • jin
  • 09:46 26 Kanûn 2017
  • |
img

HATAY - Jinên samandagiyî, bi çêkirina zeytûn, morîkan, mekûk û qatix debara xwe dikin. Jinan, diyar kir ku kar pir kêm bûye û ew beramberiya keda xwe wernagirin.

Jinên li Taxa Hidirbey a navçeya Samandag a Hatayê dijîn, bi çêkirina nanê tendûrê û destkariyê debara xwe dikin.  Nerîman Şahana 50 salî, di bereqeya avakirine de zeytûnan difiroşe. Şahan, diyar kir ku tevî zeytûnan, desmalan, mekûk û moriyan jî çê dike û wiha axivî: “Hevjînê min bi karê malê re eleqeder dibe, ez jî li vê derê zeytûnan difiroşim. Hem hêlên xweş hem jî yên zehmet ên vî karî hene. Ji ber ku mirov nayên van deran, zêde kar nîne. Kar pir kêm bûye û em beramberiya keda xwe wernagirin." 
 
Fatma Midik jî, diyar kir ku bi çêkirina nanê tenûrê debara xwe dike û wiha axivî: “Hemû malzemeyên ku em pê nanê qatix çê dikin xwezayî ne. Destpêkê em bi salçeya îsotan, kîmyon, zeyt, xwê û toraqê navoşka nan çê dikin. Dû re em dixin nava hevîrê ku me vekirî û li tenûrê dixin.” 
 
'KAR TUNE YE, LÊÇÛN ZÊDE BÛYE'
 
Midik, da zanîn ku ji ber germiya tenûrê zehmetiyan dikêşe û wiha got: “Ev der qadên turîzmê ne. Ji ber ku xizmet tune ye, kes nayê van deran. Ji ber rê xerab bûne mirov nayên van deran. Tu qezenca me tune ye. Ji xwe lêçûn jî zêde bûne. Ji ber ku kar tune ye, em dixisirin. Bi çêkirina nan, em debara malbata xwe dikin.”