Ji kar hat avêtin lê dîsan dest ji direksiyonê berneda

  • jin
  • 09:28 20 Kanûn 2017
  • |
img

WAN - Nefîse Alkan a li Erdîşê, di serdema şaredariya DBP’î de ajokarê otobusê bû, piştî qeyûm ew ji kar avêt, dest ji karê xwe yê pir jê hez dikir berneda, mînîbusek kirî û karê ajokariyê domand. 

Li navçeya Erdîşa Wanê, Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo jin bi awayekî aktîf beşdarî kar bibin, 4 jin ji bo ajokariya otobusê girtin kar. Piştî qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin, her 4 jin ji kar hatin avêtin. Yek ji ajokarên jin ên ji kar hatin avêtin Nefîse Alkan e. 
 
Alkan ku berê di kargeha xwe ya dirûtinê de dixebitî, di serdama Hevşaredariya Erdîşê Dîba Keskîn ku niha girtiye de dest bi karê ajokariya otobusê ya şaredariyê kir. Alkan piştî ji kar hat avêtin jî, dest ji karê ku pir jê hez dike berneda û ajokariya xwe domand. Ji ber vê yekê ewil mînîbûs ji xwe re kirî û di navbera Taxa Orene û navenda navçeyê de ajokariyê dike. Alkan, diyar kir ku ew jî mîna hemû hevalên xwe yên ji kar hatin avêtin bê alternatîf nebû û wiha axivî: “Ev çend meh in ji kar hatime derxistin. Lê hîna di vî warî de tu belge ji bo min nedane. Tenê li min geriyan û gotin 'me tu ji kar avêtiye’. Bi awayekî kêfî min ji kar avêtin." 
 
Alkan, anî ziman ku ger otobus tune be, mînîbûs, ger mînîbûs jî tune be ew ê bi erebeyên hespan ajokariya xwe bidomîne û wiha got: “Bi awayekî pir rehet qeyûm mirov ji kar avêtin. Ji karavêtina min nayê wê wateyê ku ez ê ji vî karî dûr bikevim. Berevajî vê hîn zêdetir pêve hatim girêdan. Min karê xwe winda nekir. Lê bila bawer bikin ku Nefiseyek, Eyşêyek û Zeynebek winda kirin.”
 
‘LI SER NAVÊ HEMÛ JINAN VÎ KARÎ DIKIM'
 
Alkan, da zanîn ku gava ajokariyê dike tim bi mirovan re pêwendiyê datîne û wiha bilêv kir: “Ez bixwe pereyê xwe kom dikim. Ez wisan bi mirovan re dikevim têkiliyê. Ev min kêfxweş dike. Pêdiviya min bi diyaloga mirovan re heye. Ez dixwazim bibim mînak ku jin dikarin vî karî bikin. Min nîşanî hemû kesê da ku jin jî dikarin vî karî bikin. Ne tenê ji bo xwe, li ser navê hemû jinan vî karî dikim.”
 
Alkan, destnîşan kir ku jinek bi rihetî nikare derkeve derve, çayekê, avekê vexwe û wiha got: “Gava têm li qehwexaneyekê rûdinêm jin tên li dora min kom dibin. Bi rehetî çay û cixareya xwe vedixwim.” 
 
MA / Ugur Atabay