Polis: Têkiliya te ya dilînî bi wî mêrî re heye?

  • jin
  • 09:06 17 Kanûn 2017
  • |
img

AMED - Jina li kuçeyê rastî êrîşa zayendî hat, li qereqola polîsan jî rastî pirsan tacîzê hat. E.X. bertek nîşanî van pirsên polîsan dan: "Ew kes hevalê te ye, têkiliyeke we ya dilînî heye yan?"  

 
Li Taxa 5'ê Nîsanê ya navçeya navendî ya Rezanê ya Amedê, di demên dawî de jin û zarok bi êrîşên zayendî re rû bi rû dimînin, lê belê der barê girtina bersûcan de tu pêşketin xwe nadin der. Di 10'ê Kanûnê de li Taxa Yûsûf Îslamê E.X.'ya 23 salî li cem du zarokên xwe û li ber çavên her kesî hatibû tacizkirin. Li hemberî vê bûyera tacizî bertek tên nîşandan, lê belê her çi qas bûyer di kamerayên MOBESE'yê de derketin holê, hîn jî bersûc nehatiye zevtkirin û ev yek gelek pirsnîşanan bi xwe re tîne. 
 
Piştî bûyer di çapemeniyê de derket, polîsan E.X. birin qereqolê. E.X. diyar kir ku polîs li qereqolê pirsên ecêb ên wek "Ew kes hevalê te ye, têkiliyeke we ya dilînî heye yan?" jê pirsîne û ew bi van pirsan heyirî maye û tirsiyaye. E.X. got ku 6 saetan li qereqolê hatiye sekinandin, lê belê ji ber wergêr tune bûye di warê xweîfadekirinê de ew tengijiye. E.X. diyar kir ku hin wêne nîşanî wê dane, lê belê wê wêne teşhîs nekiriye. E.X. got ku lê belê duh serê sibehê polîs dîsa hatine mala wê û bi xwe re du wêne anîne û ji wan wêneyan yek jê wêneyê mêrê ku êrîşî wê kiriye û ew taciz kiriye. E.X. got ku polîsan jê re gotiye "em ê dîsa werin, ji malê neçe." 
 
E.X. ya ji Sûriyeyê got ku polîsan li rehbera telefona wê nihêriye û reqemên qeydkirî yeko yeko pirsîne ka ew ji kuderê wan nas dike û ev pirs ew tirsandine. E.X. got ku ew nêzîkatiya polîsan ew heyirandiye û wiha got: "Ez zewicandî me û zarokên min hene. Ev çi pirsin ku ji min dikin. Jixwe zarokên min li cem min bûn û her tişt di kamerayan de heye, ji bo çi van pirsan ji min dikin." E.X. diyar kir ku ew heta 17.00'an li qereqolê hatiye hiştin û paşê vegeriyaye malê. 
 
MA / Esra Solin Dal