TJA : Jin dê welatekî ku zarok lê bijîn ava bikin

  • jin
  • 17:37 3 Tîrmeh 2018
  • |
img

WAN - TJA, diyar kir ku di bingeha kuştina Eylûl Yaglikara û Leyla Aydemîr de hişmendiya desthilatdar a zilam heye û got: “Welatekê ku hemû zarok lê bijîn dê jin ava bikin.”

 
 Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê, derbarê Eylûl Yaglikara ya li Enqerê hat revandin, rastî tecawîzê hat û kuştin û Leyla Aydemîr a li Agiriyê winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin de, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Şaxa ÎHD’ê pêk hat û Endama Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Wanê Ozlem Altun daxuyanî da. Altun, diyar kir ku li gorî daneyên Desteya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) her sal bi hezar zarok, ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest didin.
 
'JI BO ZAROKÊN WINDA 104 HEZAR Û 531 SERLÊDAN’
 
Altun, anî ziman ku dinava salên 2008-2016’an de ji bo zarokên winda 104 hezar û 531 serlêdan hatine kirin û wiha got: “Hev hejmar ji nifûsa 16 welatan zêdetire. Li Tirkiyeyê nêzî 2 mîlyon zarokên karker hene.  Divê ev hemû bên çareser kirin. Di bingeha van hemû pirsgirêkan de hişmendiya desthilatdar a zilam heye. Mafê jiyanê pîroze û dest nedane. Di kuştina Leyla û Eylûl de pirsgirêkên hewlekariyê yên cîdî hene. Bi rojan Leyla nayê dîtin. Divê ev pirsgirêk bên lêpirsîn. Em daxwaza vê yekê dikin. Duh Eylûl, îro jî Leyla bi awayekê hovane hatin qetilkirin. Ev hişmedî ji bo hemû zarokan talokeyek pir mezin.” 
 
Derbarê qetilkirin û îstîsmarkirina zarokan de Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya DBP'ê daxuyanî da çapemeniyê.
 
TJA: ERDOGAN BERPIRSÊ KOMKUJIYANE
 
Aktîfîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Wanê jî, derbarê qetilkirin û tecawîz kirina zarokan de li avahiya DBP'ê ya Wanê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê endama Endama Rêveberiya Rêxistina Bajêr a HDP'ê Handan Karakoyun ve hat xwendin. 
 
Karakoyun, diyar kir ku di serdema hikûmeta AKP’ê de îstîsmara li ser jinan û zarokan her roj zêdetir dibe û wiha got: “Di rojên dawî de bi revandina zarokan re destdirê jî, şîkence zêde bû. Bi taybetî jî di dema hikûmeta AKP’ê de ev zêdetir bûye. Hikûmet bi politikaya nedarizandina sûcdaran bûye sedem ku sûcên îstismarê zêde bibin. Di salên berê de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan bi gotina ‘Li Firatê berxek bimre berpirsiyarê wê ez im.’ Berbirsiyarê mirina Leyla Serokkomar e.  Ev tarîtiya bi organîzeyê her roj êrîşî civakê dike. Li vir a girîng kuştina êrîşkar nîne a girîng kuştina hişmendiya mêrê desthilatdar e. Heya ku bi vê hişmendiyê re têkoşîn neyê dayîn, ev bûyerê dê zêdetir bibin. Em wekî TJA'yê vê cînayetê şermezar dikîn û kesên ku xwe ji kuştina berxikan berpirsyar dibînin wê hesap ji wan û destavêjan re bê pirsîn. Em ê tebikoşîn. Ji bo jiyaneke pêkan e û ji bo Leyla, Eylûl û hemû zarokan  em jin dê bijîn û ji nû ve jiyanê ava bikin.”
 
Karakoyun, di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Di bingeha kuştina Eylûl Yaglikara û Leyla Aydemîr de hişmendiya desthilatdar a zilam heye. Ji dijî vê yekê dê jin welatekê ku hemû zarok lê karibin bijîn, dê jin ava bikin.”