Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide

  • rojane
  • 10:34 3 Cotmeh 2024
  • |
img

AMED - Rojnamevan Amed Dîcle yê hilbijartinên ku dê li Herêma Kurdistana Federe bên kirin nirxandin, wiha got: “Heke YNK di hilbijartinê de serbikeve dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide.”

Li Herêma Kurdistana Federe welatî dê di 20’ê cotmehê de ji bo hilbijartinên parlamentoyê biçin ser sindoqan. Di hilbijartinên ku 2 sal in tên taloqkirin de hin nûbûn derdikevin pêş. Dadgeha Federal a Iraqê di 22’yê sibatê de kursiyên kotayên pêkhateyên di parlamentoyê de betal kir û hejmara kursiyan ji 111’an daxist 100’an. Bi biryara dadgehê kursiyên kotayan ku li Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji “pêkhateyan” re hatibûn tahsîskirin hatin rakirin. PDK’ê jî li ser vê yekê biryar girt kut ev li hilbijartinan nebe. Lijneya Darazê ya Hilbijartinê ku girêdayî Konseya Darazê ya Bilind a Iraqê ye di 21’ê gulanê de biryareke nû wergirt. Lijneyê biryar da ku li parlamentoya 100 kursiyên wê hene 5 kursî ji tirkmen, xirîstiyan û ermenan re bên veqetandin. Ji bo hilbijartinê pêvajoya propagandayê dest pê kir. Ligel nêzîkbûna hilbijartinan rekabeta di navbera Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û PDK’ê de zêde bû. Rojnamevan Amed Dîcle hilbijartinên ku nêzîk dibin û îhtîmalên heyî nirxandin. 
 
‘TIRKIYEYÊ XWEST KU KONTROLÊ BIGIRE DEST’ 
 
Dîcle, bi lêv kir ku sedema bingehîn a taloqkirina hilbijartinan êrişên leşkerî yên ku dewleta tirk li herêmê didomîne bûn û wiha got: “Tirkiyeyê bi van êrişan xwest li Herêma Kurdistanê kontrolê bigire dest xwe. Dem adi 6 mehên ewil de serkeftinek bi dest nexistin, taloqkirina hilbijartinan tercîh kirin. Hate xwestin ku dema êriş bi dawî bibin derbasî pêvajoya hilbijartinê bibin. Lê serkeftin pêk nehat. Taloqkirina hilbijartinan a 20’ê cotmehê, ji ber hevkariya PDK’ê ya bi Tikriyeyê re û serneketina êrişên leşkerî yên li herêmê ne.”
 
Rojnamevan Amed Dîcle
 
DU GEŞEDANÊN BALKÊŞ 
 
Dîcle, da zanîn ku di parlamentoyên hilbijartinê de ji hilbijartinên beriya niha cudatir du geşedanên girîng balê dikişînin û wiha got: “Ya ewil, Dadgeha Federal a li Bexdayê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a li Herêma Kurdistanê betal kir. Pêvajoya hilbijartinê êdî bi temamî dê di bin kontrola Komîsyona Hilbijartina Bilind a Iraqê were birêvebirin. Ev rewş tê wateya qelsbûna xweseriyê. Beriya niha hilbijartin Hewlêrê hilbijartin organîze dikirin lê niha hemû raye di destê bexdayê de ne.” Dîcle, diyar kir ku geşedana duyemîn jî rakirina pergala kotayê ye û wiha domand: “Di hilbijartinên beriya niha de ji 110 wekîlan 11 bi kotaya pêkhateyan diketin Meclisê û gelemperiyê van wekîlan ji navên nêzî PDK’ê pêk dihatin. Lê betalkirina vê pergalê rê li ber pozîsoyna têkildarî hilbijartinên PDK’ê vekir. PDK vê biryarê weke windahiyeke mezin dibîne. Ji ber ku vê pergalê ji bo wan jî avantajeke mezin bi dest dixist. Ev kota di encama hewldanên dîplomatîk ên PDK’ê û îtîrazên wê bû sedema taloqkirina hilbijartinan û hejmara ji bo kotayan hatiye veqetandin weke 5’an hate diyarkirin.”
 
WEKEHEVIYA PDK’Ê Û AKP’Ê 
 
Dîcle da xuyakirin ku PDK’ê di xebatên xwe yên hilbijartinê de stratejiyeke mîna ya AKP’ê şopandiye û bal kişand ser vekirina tesîsên civakî û anî ziman ku projeyên beriya niha bi salan hatine destpêkirin ên mîna rêya Hewlêr-Koyeyê êdî weke temambûnê tên nîşandan. Dîcle, wiha dirêjî da axaftina xwe: “PDK krîza aboriyê û êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê ji rojevê dûr dixe û hewl dide lêkolînkirina gel a van mijaran asteng bike. Lê krîza aborî yek ji mijarên herî girîng ên gelê Herema Kurdistanê ne. Rêya bêkariyê ya zêde, nedayîna bi rêk û pêk a mûçeyên karmendên cemaweriyê û kûrkirina xizaniyê, di nava alîgirên PDK'ê de jî dibe sedema nerehetiyê. Hin beş di nava lukseke mezin de dijîn, pêşmerge jî mûçeyên xwe nagirin. Rêveberên PDK’ê yên paye bilind dewlemendiyên xwe zêde dikin, gel ji bo di nava xizaniyê de bijî têdikoşe.”
 
‘YNK JI BO TEVLIBÛNÊ ZÊDE BIKE HEWL DIDE’ 
 
Dîcle da xuyakirin ku YNK ku hevrikê herî mezin ê PDK'ê ye, di kampanya xwe ya hilbijartinê de bêhtir bal dikişîne ser krîza aboriyê û destwerdanên leşkerî yên dewleta tirk ên li herêmê û ev tişt gotin: “YNK hewl dide tevlibûneke berfireh li hilbijartinê bike. YNK ji bo bandora Tirkiyeyê bişikîne gel teşwîq dike ku biçe ser sindoqan. Ji ber ku her hilbijartina ku PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê qezenc dike, tê wateya ku Tirkiye li herêmê zêdetir rewabûnê bidest bixe. YNK di heman demê de li dijî parçebûnên navxweyî jî têdikoşe. Hevserokê berê Lahûr Şêx Cengî weke serbixwe dikeve hilbijartinan û tê payîn ku dê ji alîgirên YNK’ê deng bigire. Li bajarên weke Silêmanî û Helebceyê ku YNK lê bi hêze kampanya bi awayekî zêde berdewam dikin. Li Hewlêrê ne diyar e ku ka kîjan partî dê serbikeve.”
 
‘SERKEFTINA YNK’Ê DÊ DARBEYÊ LI TIRKIYEYÊ BIDE’ 
 
Dîcle, destnîşan kir ku rêjeya tevlibûna hilbijartinê dê partiya serbikeve diyar bike û anî ziman ku beşdariya zêde wê nerazîbûna gel a li hemberî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re nîşan bide. Dîcle, axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ewlehiay hilbijartinê li vir bi taybetî li bajarên weke Duhok û Zaxoyê ku herêmên PDK lê xurt e pirse nîşan e. Operasyon û hebûna leşkerî ya li herêmê ya Tirkiyeyê di pêvajoya hilbijartinê de pirsgirêkên ewlehiyê zêde dike. Bêbaweriya gel a li partiyên siyasî jî dikare yekser bandorê li encamên hilbijartinê bike.  Rêjeya dengên ku PDK wê li herêmê bi dest bixe, wê encama vê hevkariyê û fermana aboriyê ya ku ava kiriye diyar bike. Heke PDK di hilbijartinan de bi ser bikeve, wê êrîşên Tirkiyeyê yên li herêmê rewa bên dîtin. Heke YNK bi ser bikeve, wê derbeke mezin li Tirkiyeyê bikeve. Ev hilbijartin ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo berjewendiyên herêmî yên Tirkiyeyê jî xwedî girîngiyeke jiyanî ne.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

14:13 Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan
14:09 Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir
13:20 ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
13:17 Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
12:52 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
12:51 Mehmet Emîn Aktar beraet kir
12:37 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve
12:19 Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin
12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
11:20 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:19 Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin: Faîl nehatin cezakirin
10:41 Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin
10:37 Rapora DFG’ê ya meha îlonê: 5 binçavkirin, 2 girtin, 6 doz
10:34 Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide
10:33 Rojnameger Ûrmiye: Îran di bin zextekî giran de ye
10:09 Cenazeyê Kuday anîn Mêrdînê
10:08 Fikra 'azadiyê' ya Abdullah Ocalan bû îlham
10:05 Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!
09:54 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ê derê veguherînim cihê çareseriyê
09:33 Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin
09:24 'Ji bo azadiyê em ê li Amedê bin’
09:16 Li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê ye
09:02 Hiqûqnas Schmidt: Divê Komîteya Wezîran Tirkiyeyê şermezar bike
09:01 Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin
09:01 Bîlançoya astengî û qedexeya li ser kurdî: Zextên li ser zimanê kurdî didomin
09:00 Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin