Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide 2024-10-03 10:34:52 AMED - Rojnamevan Amed Dîcle yê hilbijartinên ku dê li Herêma Kurdistana Federe bên kirin nirxandin, wiha got: “Heke YNK di hilbijartinê de serbikeve dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide.” Li Herêma Kurdistana Federe welatî dê di 20’ê cotmehê de ji bo hilbijartinên parlamentoyê biçin ser sindoqan. Di hilbijartinên ku 2 sal in tên taloqkirin de hin nûbûn derdikevin pêş. Dadgeha Federal a Iraqê di 22’yê sibatê de kursiyên kotayên pêkhateyên di parlamentoyê de betal kir û hejmara kursiyan ji 111’an daxist 100’an. Bi biryara dadgehê kursiyên kotayan ku li Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji “pêkhateyan” re hatibûn tahsîskirin hatin rakirin. PDK’ê jî li ser vê yekê biryar girt kut ev li hilbijartinan nebe. Lijneya Darazê ya Hilbijartinê ku girêdayî Konseya Darazê ya Bilind a Iraqê ye di 21’ê gulanê de biryareke nû wergirt. Lijneyê biryar da ku li parlamentoya 100 kursiyên wê hene 5 kursî ji tirkmen, xirîstiyan û ermenan re bên veqetandin. Ji bo hilbijartinê pêvajoya propagandayê dest pê kir. Ligel nêzîkbûna hilbijartinan rekabeta di navbera Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û PDK’ê de zêde bû. Rojnamevan Amed Dîcle hilbijartinên ku nêzîk dibin û îhtîmalên heyî nirxandin.    ‘TIRKIYEYÊ XWEST KU KONTROLÊ BIGIRE DEST’    Dîcle, bi lêv kir ku sedema bingehîn a taloqkirina hilbijartinan êrişên leşkerî yên ku dewleta tirk li herêmê didomîne bûn û wiha got: “Tirkiyeyê bi van êrişan xwest li Herêma Kurdistanê kontrolê bigire dest xwe. Dem adi 6 mehên ewil de serkeftinek bi dest nexistin, taloqkirina hilbijartinan tercîh kirin. Hate xwestin ku dema êriş bi dawî bibin derbasî pêvajoya hilbijartinê bibin. Lê serkeftin pêk nehat. Taloqkirina hilbijartinan a 20’ê cotmehê, ji ber hevkariya PDK’ê ya bi Tikriyeyê re û serneketina êrişên leşkerî yên li herêmê ne.”   Rojnamevan Amed Dîcle   DU GEŞEDANÊN BALKÊŞ    Dîcle, da zanîn ku di parlamentoyên hilbijartinê de ji hilbijartinên beriya niha cudatir du geşedanên girîng balê dikişînin û wiha got: “Ya ewil, Dadgeha Federal a li Bexdayê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a li Herêma Kurdistanê betal kir. Pêvajoya hilbijartinê êdî bi temamî dê di bin kontrola Komîsyona Hilbijartina Bilind a Iraqê were birêvebirin. Ev rewş tê wateya qelsbûna xweseriyê. Beriya niha hilbijartin Hewlêrê hilbijartin organîze dikirin lê niha hemû raye di destê bexdayê de ne.” Dîcle, diyar kir ku geşedana duyemîn jî rakirina pergala kotayê ye û wiha domand: “Di hilbijartinên beriya niha de ji 110 wekîlan 11 bi kotaya pêkhateyan diketin Meclisê û gelemperiyê van wekîlan ji navên nêzî PDK’ê pêk dihatin. Lê betalkirina vê pergalê rê li ber pozîsoyna têkildarî hilbijartinên PDK’ê vekir. PDK vê biryarê weke windahiyeke mezin dibîne. Ji ber ku vê pergalê ji bo wan jî avantajeke mezin bi dest dixist. Ev kota di encama hewldanên dîplomatîk ên PDK’ê û îtîrazên wê bû sedema taloqkirina hilbijartinan û hejmara ji bo kotayan hatiye veqetandin weke 5’an hate diyarkirin.”   WEKEHEVIYA PDK’Ê Û AKP’Ê    Dîcle da xuyakirin ku PDK’ê di xebatên xwe yên hilbijartinê de stratejiyeke mîna ya AKP’ê şopandiye û bal kişand ser vekirina tesîsên civakî û anî ziman ku projeyên beriya niha bi salan hatine destpêkirin ên mîna rêya Hewlêr-Koyeyê êdî weke temambûnê tên nîşandan. Dîcle, wiha dirêjî da axaftina xwe: “PDK krîza aboriyê û êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê ji rojevê dûr dixe û hewl dide lêkolînkirina gel a van mijaran asteng bike. Lê krîza aborî yek ji mijarên herî girîng ên gelê Herema Kurdistanê ne. Rêya bêkariyê ya zêde, nedayîna bi rêk û pêk a mûçeyên karmendên cemaweriyê û kûrkirina xizaniyê, di nava alîgirên PDK'ê de jî dibe sedema nerehetiyê. Hin beş di nava lukseke mezin de dijîn, pêşmerge jî mûçeyên xwe nagirin. Rêveberên PDK’ê yên paye bilind dewlemendiyên xwe zêde dikin, gel ji bo di nava xizaniyê de bijî têdikoşe.”   ‘YNK JI BO TEVLIBÛNÊ ZÊDE BIKE HEWL DIDE’    Dîcle da xuyakirin ku YNK ku hevrikê herî mezin ê PDK'ê ye, di kampanya xwe ya hilbijartinê de bêhtir bal dikişîne ser krîza aboriyê û destwerdanên leşkerî yên dewleta tirk ên li herêmê û ev tişt gotin: “YNK hewl dide tevlibûneke berfireh li hilbijartinê bike. YNK ji bo bandora Tirkiyeyê bişikîne gel teşwîq dike ku biçe ser sindoqan. Ji ber ku her hilbijartina ku PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê qezenc dike, tê wateya ku Tirkiye li herêmê zêdetir rewabûnê bidest bixe. YNK di heman demê de li dijî parçebûnên navxweyî jî têdikoşe. Hevserokê berê Lahûr Şêx Cengî weke serbixwe dikeve hilbijartinan û tê payîn ku dê ji alîgirên YNK’ê deng bigire. Li bajarên weke Silêmanî û Helebceyê ku YNK lê bi hêze kampanya bi awayekî zêde berdewam dikin. Li Hewlêrê ne diyar e ku ka kîjan partî dê serbikeve.”   ‘SERKEFTINA YNK’Ê DÊ DARBEYÊ LI TIRKIYEYÊ BIDE’    Dîcle, destnîşan kir ku rêjeya tevlibûna hilbijartinê dê partiya serbikeve diyar bike û anî ziman ku beşdariya zêde wê nerazîbûna gel a li hemberî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re nîşan bide. Dîcle, axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ewlehiay hilbijartinê li vir bi taybetî li bajarên weke Duhok û Zaxoyê ku herêmên PDK lê xurt e pirse nîşan e. Operasyon û hebûna leşkerî ya li herêmê ya Tirkiyeyê di pêvajoya hilbijartinê de pirsgirêkên ewlehiyê zêde dike. Bêbaweriya gel a li partiyên siyasî jî dikare yekser bandorê li encamên hilbijartinê bike.  Rêjeya dengên ku PDK wê li herêmê bi dest bixe, wê encama vê hevkariyê û fermana aboriyê ya ku ava kiriye diyar bike. Heke PDK di hilbijartinan de bi ser bikeve, wê êrîşên Tirkiyeyê yên li herêmê rewa bên dîtin. Heke YNK bi ser bikeve, wê derbeke mezin li Tirkiyeyê bikeve. Ev hilbijartin ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo berjewendiyên herêmî yên Tirkiyeyê jî xwedî girîngiyeke jiyanî ne.”