Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê

  • jin
  • 11:05 24 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Kovara Jinê di manşeta hejmara xwe ya vê hefteyê de cih da kampanyaya TJA’yê ya bi dirûşma "Bi jin, jiyan azadî ber bi azadiyê ve.” 
 
Hejmara 30’emîn a Kovara Jinê derket. Kovarê, vê heftê de kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” kir manşeta xwe.  
 
Sernavên din ên di hejmara nû de wiha ne:  
 
* TJA bi “Jin, Jiyan, Azadî” re sedsala jinan birêxistin dike / Hevpeyvîna bi aktîvîsta TJA’yê Eylem Saruca re - Dîren Yurtsever 
 
* Jinên ku bêhna çalakiyê ji wan tê / Oya Açan
 
* Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd: Di dorpêça nasnameyên nîjadî ya serdema Osmaniyan de tevgerên jinan û rêxistinbûna jinên kurd / Hîvran Tîmur
 
* Di navenda şer de dîsa jîn / Ezgî Sila Demîr