Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê 2023-09-24 11:05:14   STENBOL - Kovara Jinê di manşeta hejmara xwe ya vê hefteyê de cih da kampanyaya TJA’yê ya bi dirûşma "Bi jin, jiyan azadî ber bi azadiyê ve.”    Hejmara 30’emîn a Kovara Jinê derket. Kovarê, vê heftê de kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” kir manşeta xwe.     Sernavên din ên di hejmara nû de wiha ne:     * TJA bi “Jin, Jiyan, Azadî” re sedsala jinan birêxistin dike / Hevpeyvîna bi aktîvîsta TJA’yê Eylem Saruca re - Dîren Yurtsever    * Jinên ku bêhna çalakiyê ji wan tê / Oya Açan   * Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd: Di dorpêça nasnameyên nîjadî ya serdema Osmaniyan de tevgerên jinan û rêxistinbûna jinên kurd / Hîvran Tîmur   * Di navenda şer de dîsa jîn / Ezgî Sila Demîr