Li Antalyayê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 16:41 22 Tebax 2023
  • |
img

ANTALYA - Li navçeya Kepezê zilamê bi navê M.Y. hevjîna xwe Sumeyye Y. a di qonaxa dev ji hevberdabûnê de bûn, qetil kir. 
 
Li taxa Emek a navçeya Kepeza Antalyayê zilamê bi navê M.Y. hevjîna xwe Sumeyye Y. (26) a di qonaxa dev ji hevberdabûnê de bûn, bi amûrek birînê qetil kir. M.Y., piştî hate binçavkirin, birin midûriyeta polîsan. 
 
Cenazeyê Sumeyye Y. a ku zarokek wê hebû ji bo karûbarên otopsiye rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.