Li Antalyayê jinek hate qetilkirin 2023-08-22 16:41:12 ANTALYA - Li navçeya Kepezê zilamê bi navê M.Y. hevjîna xwe Sumeyye Y. a di qonaxa dev ji hevberdabûnê de bûn, qetil kir.    Li taxa Emek a navçeya Kepeza Antalyayê zilamê bi navê M.Y. hevjîna xwe Sumeyye Y. (26) a di qonaxa dev ji hevberdabûnê de bûn, bi amûrek birînê qetil kir. M.Y., piştî hate binçavkirin, birin midûriyeta polîsan.    Cenazeyê Sumeyye Y. a ku zarokek wê hebû ji bo karûbarên otopsiye rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.