'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'

  • jin
  • 09:03 20 Çile 2023
  • |
img
EDENE - Parêzer Mehtap Sert bal kişand ser tahdeya li jinê tê kirin û helwesta darazê û diyar kir ku divê daraz dema biryaran dide bêhtir aliyê jinan bigire û bi awayekî eşkere mafê parastina rewa esas bigire û wiha got: "Cezakirin bi tena serê xwe jinan ji tahdeyê naparêze. Tevdîrên di wesfê parastinê de divên." 
 
Li Tirkiyeyê ji ber nebûna polîtîkayên li dijî tahdeya sîstematîk û polîtîkaya bêcezatiyê, jin ji bo xwe biparêzin serî li xweparastinê didin. Lê belê daraza mêr ku kiryarên tahdeyê bi hincetên wekî "tehrîkê" û bi "bêcezatiyê" xelat dike, çalakiya jinên ku serî li xweperastinê didin di çaçroveya "xweperastinê" de esas nagire û wan digire û ceza li wan dibire. 
 
Herî dawî li navçeya Dortyol a Hatayê, di 28'ê nîsana 2022'yan de Nagîhan Erbekê li hemberî Alper Erbekê ku xwest wê bikuje serî li xweparastinê da û Alper Erbek kuşt û bi hinceta "kuştina qesdî" doz lê hate vekirin. Danişîna ewil a Nagîhan Erbekê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê hat lidarxistin û biryara domandina girtina wê hat dayîn. 
 
Parêzera Erbek, Mehtap Sert têkildarî polîtîkayên dewletê yên der barê jinan û mafê "parastina rewa" de axivî. 
 
'JIN TUNE TÊN HESIBANDIN'
 
Sert, bilêv kir ku heya ku kodên civakî neguherin dê di darazê de wekheviya zayendî ne pêkan be û wiha got: "Bi hin guherandinan û bi hin peymanên navneteweyî li bara qanûnê wekheviyek heye lê di qada giştî de jin tune tên hesibandin." 
 
DOSYEYA NAGÎHAN ERBEKÊ
 
Sert ku têkildarî dosyeya Nagîhan Erbekê axivî ev tişt anî ziman: "Bi salan rastî tahdeya sîstematîk hatiye. Herî dawî ji bêgavî kêr li zilêm xistiye ku wî dest xistiye qirika wê. Sê zarokên Nagîhanê hene. Dikarin wê bi hefsa malê berdin. Tahdeya ku Nagîhanê 17 salan dîtiye, derî çalakiya wê tê nirxandin. Bavê zilam li dadgehê got, 'vê jinikê daliqînin'. Darazê jî got, 'Ma ev der dadgeha şerîatê ye.'" 
 
HELWESTA DARAZÊ
 
Bi domdarî Sert ragihand ku daraz di hinek dosyeyan de hukmên xweparastinê dide û got ku lê divê daraz biryarên li teref jinan zêde bike û bi awayekî eşkere mafê parastina rewa esas bigire. Sert, bilêv kir ku ji ber ku çalakiya dawî ya jinê derî tahdeyê esas tê girtin jin sûdê ji xweparastinê nagire û wiha domand: "Peymana Stenbolê, ji bo pêşîlêgirtina li tahdeyê tevdîr di xwe de dihewandin. Cezakirin bi tena serê xwe jinan ji tahdeyê naparêze. Tevdîrên di wesfê parastinê de divên." 
 
PEYMANA STENBOLÊ
 
Di berdewamê de Sert destnîşan kir ku demildest divê cardin Peymana Stenbolê esas bê girtin û wiha bi dawî kir: "Jina ji çerxa tahdeyê derê dê serî li xweperastinê nede. Ji lew re tu jin bi hêrseke ji nişkave ranabe kesî nakuje. Lê çerxa tahdeyê travmayê li jinê peyda dike û jin jî bi bandora wê travmayê ji bo xwe biparêze serî li xwe parastinê dide. Pêşîlêgirtina li tahdeyê bi cardin vegera li Peymana Stenbolê û perwerdehiyên di warê wekheviya zayendiya civakî pêkan e." 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen