Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

  • jin
  • 15:54 8 Çile 2023
  • |
img
RIHA - Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin li navçeyên Rihayê hatin bibîranîn û peyama “Mezinkirina têkoşînê” hate dayîn. 
 
Ji bo bîranîna Sevê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku di 4’ê çileya 2016’an de li Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin û Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatibûn qetilkirin û Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil ku di 23’yê kanûnê de li Parîsê hatibûn qetilkirin, li navçeyên Rihayê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. 
 
Merasîmên bîranînê li navçeyên Weranşar, Xelfetî û Pirsûsê yên Rihayê hatin lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wêranşarê hatin ba hev. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî sînevîzyonek hate pêşandan. 
 
Endama PM’a HDP’ê Sevda Çelîk Ozbîngol di merasîmê de got ku dê hesabê ji kujerên jinên hatine qetilkirin bipirsin û wiha domand: “Êşa me gelek mezin e. Heta ku faîlên van komkujiyan tên dîtin û hêzên li pişt wan tên teşhîrkirin dê têkoşîna me bidome. Ya ku dikeve ser milê mezinkirina têkoşînê ye.” 
 
XELFETÎ
 
TJA’yê li Xelfetiyê jî merasîma bîranînê li dar xist. Merasîm, li avahiya HDP’ê hat lidarxistin. Di bîranîna li vê derê de jî sînevîzyoneke ku têkoşîna jinên hatine qetilkirin vedigot hate pêşandan. Di axaftinên bîranînê de têkoşîna jinên hatine qetilkirin hate vegotin. 
 
PIRSÛS
 
Di bîranîna li avahiya HDP’a Pirsûsê de jî gelek jin amade bûn. Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar di bîranînê de axivî û wiha got: “Bi taybet jî jinên têkoşer hedef tên girtin. Jinên kurd li her devera cîhanê têkoşîna azadiyê didin. Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ îro ji Efxanistanê heta Îranê bo hemû jinên têkoşer bûye ronahî. Kesên ku dixwazin têkoşîna azadiyê ya jinên kurd tune bikin, wan jinan hedef digirin û qetil dikin.” 
 
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî diyar kir ku hikûmeta Fransayê berpirsyariya xwe ya di lêpirsînê de bi cih nayîne û ev tişt anî ziman: “Hewl didin vê komkujiyê têxin stûyê kesekî û bi ser komkujiyê bigirin. Hêzên ku ev komkujî dane kirin dernexistine holê. Ev komkujî bi zanebûn û bi organîzeyî hatiye kirin. Divê hikûmeta Fransayê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Dixwazin gelê kurd bê pêşeng bihêlin. Bi taybet jî jinên têkoşer hedef digirin. Em jê dê li dijî vê zîhniyetê xwedî li têkoşîna Sakîne, Evîn û Sevêyan derkevin û jiyaneke wekhev ava bikin.” 
 
Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.