Li Wanê zilamekî hewl da jinekê bikuje

  • jin
  • 12:33 30 Kanûn 2022
  • |
img
WAN - Hevjînê jina bi navê P.T. li navçeya Qelqeliyê, bi mebesta qetilkirinê êrişî P.T. kir û bi giranî birîndar kir. 
 
Jina bi navê P.T. (33) li Taxa Mele Hesena Jêr a navçeya Qelqelî ya Wanê rastî êrişa hevjînê xwe hat û bi giranî birîndar bû. P.T. di encama êrişê de bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Têkildarî mijarê Serdozgeriya Komarê ya Qelqeliyê lêpirsîn da destpêkirin û hat zanîn ku zilamê êrişkar hate binçavkirin.