Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 11:30 30 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistana Federe ku wezaretê parvekirina daneyên li ser tundî û komkujiyên li dijî jinan qedexe kiriye, li gorî nûçeya Rojnewsê di sala 2022'yan de herî kêm 54 jin an hatine qetilkirin an jî neçarî xwe kuştinê hatine kirin
 
Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Herêma Kurdistanê ji serê sala 2022'yan ve têkildarî tundiya li dijî jinê û komkujiyên jinan tu dane parve nekirine. Li gorî nûçeya Rojnewsê di navbera 2'yê çile û 28'ê kanûna 2022'yan de herî kêm 54 jin an hatin qetilkirin an jî neçarî xwe kuştinê hatine kirin. Li gorî daneyên Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê yên sala 2021'an di 12 mehan de 24 jin hatine qetilkirin. Her wiha roja 26’ê Hezîrana 2021’an de Rêxistina Jinan a Harîkarî Yasayî di civînek çapemeniyê de rapora xwe ya derbarê bicihanîna yasayên tûndûtijiya nava malbatê belav kiribû. Li gor rapora rêxistinê di şeş mehên destpêkê yên wê salê de tundiya nava malbatê zêde bûye. Rêxistina Jinan a Harîkarî Yasayî diyar kiribû ku li gor amarên li ber destê wan hene, di şeş mehên destpêkê yên sala 2021’an de 29 jinan xwe şewitandin, 31 jinan xwe kuştin û 22 jin jî ji ber hinceta ‘namûs’ û sedemên cûda hatin kuştin.
 
 DI 12 SALAN DE 2 HEZAR Û 700 JIN HATIN QETILKIRIN 
 
Di çarçoveya pêngava çalakiyên li dijî tundiya li ser jinan Hevpeymaniya Jinên Kurdistan li gel tevayî rêxistinan jinan û çalakvanên jinan li ber Qelaya Hewlêrê kombûn û bi daxuyaniyekê xwestin dawî li bûyerên tundî û kuştinên jinan werin anîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava 12 salên borî de zêdetirî 2 hezar 700 jin bi behaneyên cûda li Herêma Kurdistanê hatine kuştin. Yanî ger bi ser salan de were parvekirin her sal 220 jin tên kuştin yan jî neçarî xwekuştin û xwe şewitandinê tên kirin.
 
Her wiha li gorî daneyên ku Rojnewsê ji roja 2’yê çileya 2022’an heta 28’ê kanûna 2022’yan bi rêya nûçeyan parvekiriye bi xwe komkiriye, derdikeve ku di nava 12 mehên îsal de 54 jin li Herêma Kurdistanê hatine kuştin yan jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. Yanî ev rêje li gor ya sala borî du qat e û dane bi awayek metirsîdar zêde dibin.
 
WEZARETÊ DANE QEDEXE KIRIN
 
Roja 8’ê Hezîrana 2022’yan jî Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek pêşkêşî tevayî saziyên çapemeniyê kir û ragihand dayîna nûçeyên kuştin, xwekuştin û şewitandinê yên li ser jinan qedexe ye. Wezaretê ev biryar bi hinceta ku ‘exlaqê civakê xiradibe û bandorek neyînî li ser civakê dike’ da. Ji wê demê ve rê nade saziyên ragihandinê nûçeyên derbarê tundiya li dijî jinan bi raya giştî re parve bikin. Ji ber vê yekê tê gotin, bîlançoya kuştinên jinan di vê navberê de winda dibin.
 
Ev ne cara yekeme Wezareta Rewşenbîrî biryarek wiha dide, salane gelek caran hewil dide rê li ber belavkirina bîlanço û zanyariyan bigire. Ev jî bi armanca veşartina hejmara rast, destkarîkirin û kêmkirina rêjeya tundiyê tê kirin. Ji ber ku tişta di rastiyê de rû dide gelek zêdetire ji ya ku di bîlançoyan de tên diyarkirin. Rêjeya şidetê li gor herêmek mîna Başûrê Kurdistanê gelek zêde û metirsîdare.