Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome

  • jin
  • 09:01 29 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - Jinan diyar kir ku armanca Komkujiya Parîsê ya 2'yan ew e ku peşkê li têkoşîna tevgera jina kurd bixe û ev peyam dan: "Dê têkoşîna me ya li dijî komkujiyê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê bidome."
 
Di êrişa li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransayê Parîsê de ji pêşengên tevgera jina kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil hatibûn qetilkirin. Li gelek bajarên Ewropayê û bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên li dijî van êrişan didomin. 
 
HEKE KIRYARÊN 9'Ê ÇILEYÊ BIHATA DARIZANDIN...
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Makbûle Yilmaz qetilkirina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Doganê ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatibûn qetilkirin bibîr xist û got: "Heke kiryarên sereke yên komkujiyê bihatana eşkere dê komujiya duyemîn çênebûna." 
 
Yilmaz bibîr xist ku Komkujiya 2'yan li Parîsê û di salvegera komkujiya ewil de pêk hatiye û got ku ev en tesaduf e. Yilmaz wiha axivî: "Em kesên ev komkujî kirine û hêzên tarî yên li pişt vê komkujiyê nas dikin. Li her derî li dijî kurdan êrişên mezin hene. Ev êriş tenê ne fizîkî ne, di heman demê de operasyonên qirkirina siyasî jî didomin. Di dema komkujiya Parîsê de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir hat girtin. Dibêjin 'em ê kurdan biqedînin', lê nikari bi van polîtîkayan û girtinan gelê kurd biqedînin. Dê têkoşîna me ya li dijî komkujiyê, bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê bidome."
 
Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Çîçek Çakar jî diyar kir ku tiliya Fransaê di vê komkujiyê de heye û got: "Ji lew re bû cara duduyan li Fransayê komkujiyek bi vî rengî diqewime. Fransayê di vî warî de tut tiş nekirin. Li orta Fransayê jinên kurd tên qetilkirin, lê bûyer wekî bûyereke takekesî tê nîşandan." 
 
'DIVÊ DEMILDEST HEVDÎTIN BÊ KIRIN' 
 
Çakar bilêv kir ku bi van komkujiyan dê têkoşîna jina kurd neyê astengkirin û wiha got: "Hemû dewlet ji jinan ditirsin. Kurd li tu dera cîhanê ne di ewlehiyê de ne. Lewma divê kurd bibin yek û mil bi mil bitêkoşin. Ev tiştên diqewimin ne derî tecrîda li ser Serokê me ne. Ez tecrîdê şermezar dikim û em dixwazin rojek berî rojekê hevdîtin bi Serok re bê kirin."
 
Songul Şahîn jî destnîşan kir ku Parîs ku li tevahiya cîhanê wekî bajarekî "romantîk" tê zanîn, ji bo gelê kurd veguheriye bajarê komkujiyan û wiha got: "Ev êriş, ji bo pêşîgirtina li têkoşîan gelê kurd in. Dibe ku planeke hilbijartinê ya desthilata AKP'ê be jî. Ji lew re li Tirkiyeyê çi ceribandin pêk nehate, lewma bi hêzên navneteweyî re komkujiyek wiha kirin. Gelê kurd divê li dijî vê bibe yek. Hikûmeta Fransayê madem dibêje ew demokrasiyê diparêze, nexwe divê vê komkujiyê eşkere bike." 
 
Xwendekara zanîngehê Îrem Bûdak jî bilêv kir ku kurd bi salan e bi şerê fîzîkî, derûnî û çandî re rû bi rû ne û got: "Feraseta ku îro li Fransayê ev komkujî pêk anî û feraseta ku li Tirkiyeyê tahdeyê li jinan, gelê kurd, zarok û ciwanan dike heman feraset e. Feraseta dijminatiya kurdan dike duh li Fransayê komkujî pêk anî, lê li Tirkiyeyê kesên vîna gelê kurd temsîl dikin jî digire û parlementeriya wan betal dike." 
 
MA / Esra Solîn Dal