TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike

  • jin
  • 11:35 24 Kanûn 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê diyar kir ku qetilkirina yek ji pêşengên tevgera jinên kurd Evîn Kara ne rasthatiniyeke û wiha got: "Evînê xwe fedayî azadiyê kir. Jinên kurd ji Sakîne Cansizê hînbûn ku li ber xwe bidin. Tu hêz nikare têkoşîna wan a heqîqetê asteng bike."

 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkildarî êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û dikandarên kurd ên derdora wê ya li paytextê Parîsê yê Fransayê  daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJK-E'yê diyar kir ku di êrişê de yek ji pêşenga tevgera jinên kurd Evîn Kara (Emîn Kara) jiyana xwe ji dest da û ji malbatên hatin qetilkirin re sersaxî xwest. 
 
TJK-E’yê bi daxuyaniya ku da, eşkere kir ku Evîn (Emîne Kara) a pêşengeke Tevgera Jinên Kurd, Hunermend Mîr Perwer û welatparêzek di êrîşa hovane ya li ser Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya de li Parîsê hatine qetilkirin. TJK-E’yê sersaxî ji malbatê re xwest û got ku heta şerma bajarê Parîsê ku bi qetilkirina jinên Kurd, jinan tê zanîn, li ser navê hemû mirovahiyê jê bibin ew ê têbikoşe.
 
Daxuyaniya TJK-E’yê wiha ye:
 
“Îro bi fermana Recep Tayyîp Erdogan, li Parîsê êrîşek li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya hat kirin. Wek qetlîama 9’ê çileyê ev êrîş jî ji aliyê dewleta tirk ve hatiye organîzekirin. Dewleta Fransa jî tevdîr negirtin, sûcdar krîmînalîze kir, ser sûc girt û bû hevkarê qetlîamê. Di vê êrîşa hovane de Evîn (Emîne Kara) a pêşengeke Tevgera Jinên Kurd û Hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzek hatine qetilkirin.
 
Di şexsê hevrêya xwe Evîn de em ji malbatan re sersaxiyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin.
 
QETILKIRINA HEVRÊYA ME EVÎN NE LÊRASTHATINÎ YE
 
Hevrêya me Evîn bi çanda xwezayî Botanê mezin bûbû, jineke wêrek, kedkar û xurt bû ku bi hişmendiya ax û azadiyê hatibû stirandin. Li her parçeyê welatê me ji bo jinan û welatê xwe têkoşiyaye û bi dil û hişmendiya xwe li ber mêtingeran rabûye. Qetîlkirina jineke wiha ku jiyana xwe fedayê azadiyê kiriye, ne lêrasthatinî ye. Dewletên mêr ên kujer dibêjin qey bi qetilkirina jinan wê têkoşîna ji bo azadiyê ya jinan rawestînin.
 
Tevgera Jinên Kurd ku di şexsê Sakîneyan de di Qetlîama Parîsê armanc hat girtin, bi qetilkirina heval Evîn careke armanc hat girtin. Careke din gule berdan jinan û azadiyê û Kurdan. Xwîna jinan careke din li Parîsê hat rijandin, careke din ser sûcên kujeran hat girtin.
 
WÊ NEKARIN DENGÊ JINÊN KURD BIBIRIN
 
Em dibêjin ku; dewleta Tirk a faşîst û mêtinger hingê ku hewil bide me bêdeng bike em ê hîn zêdetir biqêrin, hingê ku ew hewil bidin ku kolanan li me bigirin em ê kolanan tejî bikin, hingê ku ew bi komkujiyan gefan li me bixwin em ê bi dirûşmeya ‘Berxwedan jiyan e’ bersiva wan bidin.
 
JINÊN KURD HETA MIRINÊ GIRÊDAYÊ AZADIYÊ NE
 
Jinên Kurd heta mirinê girêdayî azadiyê ne. Jinên Kurd ji Sakîne Cansiz hînê berxwedanê bûn. Em ê heta ku hesabê Evîn û hevalên xwe yên welatparêz ên din dipirsin, li qadan bin. Heta ku Edalet dirust bibe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bîr nekin! Her şaxika ku dikeve erdê.
 
WÊ HÊRSA ME HÎN ZÊDETIR, BIKE
 
HÊRSA ME LI BER KUJERAN E.
 
BIJÎ TÊKOŞÎNA ME YA AZADIYA JINAN
 
BIMIRE DEWLETA TIRK A KUJER!”