Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket

  • jin
  • 13:20 15 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê “Em li dijî şer, xizanî û paşverûtiyê serî hilda ye” derket. 
 
Hejmara 52'yemîn a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê “Em li dijî şer, xizanî û paşverûtiyê serî hilda ye” derket. Di hejmara nû de jinan bal kişandin ser êrişa zayendî ya li ser zarokan a bi tecawiza sîstematîk a li Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaata Îsmaîlagayê dîsa hat rojevê. 
 
Di hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya ji 15 rojancarekê derdikeve de Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, bi nivîsa sernavê "Di budçeyê de navê jinê tune ye" bal kişand ser nîqaşên budçeyê yên li meclisê. Neslî Şahîner jî bal kişand ser nîqaşên kêmtirîn mûçeyê. 
 
Her wiha jinan di hejmara nû de bal kişandin ser mijarên mîna kampanyaya ji bo mafên jinan ên civakî hatibû destpêkirin û bal kişandin ser parastina mafê zarokan û hinek xalên tenduristiyê yên jinan. 
 
Nivîsên din ên di pêvekê de wiha ne:
 
“*Di budçeyê de navê jinê tune ye/ Serpîl Kemalbay
 
*Ji her 4 jinan yek jê nikare kêmtirîn mûçe jî wergire: Jiyana bi tenê êdî bûye luksek /Neslî Şahîner 
 
*Ji Platforma Mafên Civakî yên ji bo Jinan heta roja me polîtîkayên civakî Ece Kocabiçak
 
*Bi mentiqî nîne, teqez nîne: Tevdîrên aboriyê wekheviyê asteng dike / Rosebell Kagumire
 
*Mafê zaroktiyê / Ayşe Duzkan
 
*Amûrên pergalî yên bisînorkirina têkoşîna jinan / Ezgî Sila Demîr
 
*Rizaya dewletê û hinek bûyerên ‘cuda’ / Mehtap Fîlîz Sakik
 
*Em li vir şoreşê dikin / Oya Açan
 
*Bikilsbûna çokê / Gonartroz / Selma Gungor”