Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir

  • jin
  • 11:57 12 Kanûn 2022
  • |
img

STENBOL - Polîsan li Beyoglûyê jina ciwan a bi navê Zuhal Ebrar Yildiz (18) qetil kir. 

 
Jina ciwan a bi navê Zuhal Ebrar Yildiz (18) li Taxa Kaptanpaşa ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê bi guleya polîsan hate qetilkirin. 
 
Walîtiya Stenbolê têkildarî mijarê daxuyanî da. Walîtiyê îdia kir ku polîsan gule li du kesên dizî dikirin û li ser motosîkletê siwar reşandine û gule li Yildiz ketine. Bi domdarî walîtiyê got ku Yildiz rakirine Nexweşxaneya Prof. Dr. Cemîl Taşçioglû ya li Okmeydaniyê û jina ciwan li vir jiyana xwe ji dest da ye. Walîtiyê navên polîsên ku Yildiz qetil kirin eşkere nekir û got ku hatine binçavkirin. Walîtiyê got ku kesên gule lê hatine barandin B.P. û S.Ç. ne.