Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn

  • jin
  • 19:40 11 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyê hat qetilkirin, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat bibîranîn.
 
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê ji bo endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen, nivîskar û rojnamevan Nagihan Akarsel merasîma bîranînê li dar xist. Malbata Akarsel, nûnerên Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsre (KOMAW) û FEDA’yê û gelek kes tev li merasîma bîranînê bûn. Merasîma bîranînê di şexsê Nagihan Akarsel de bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
 
Mehmet Goksungur li ser navê KOMAV’ê axivî û got: “Jinên hevrêyên Serok Apo, cîhanê diguherînin. Em li ber hemûyan, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
 
Ji Komîteya Jineolojiyê Necîba Qeredaxî jî qala Nagihan Akarsel kir û wiha got: “Cara yekem li Başûr, cenazeyê jinekê, jinan rakir. Bandorek wê mezin li Başûr hebû. Em car din li vir soz didin; em ê têkoşîna Nagihanê bidomînin.”
 
Sozdar Sîdar jî li ser navê TJK-E’yê wiha got: “Îro li Kurdistan û hemû cîhanê, dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ tê berzkirin. Ev yek bi ked û têkoşîna heval Nagihan û hevrêyên wê, mezin bû û niha li hemû cîhanê belav bûye. Ew qas ji zanista heval Nagihan ditirsiyan ku bi 11 guleyan qetil kirin. Em ê li pey her şehîdek xwe, têkoşînê geş bikin.”
 
Piştî axaftinan sînevîzyonek têkildarî jiyan û têkoşîna Nagihan Akarsel hat temaşekirin.