MKGP dê li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyanî bide

  • jin
  • 12:45 6 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - MKGP dê bi wesîleya Roja Rojnamegerên Jinên Kurd li pêşiya Girtîgeha Jinan a Amedê daxuyanî bide. 
 
Platforama Rojnamegerên Jinan a Mezopotamyayê (MKGP) dê sibê bi wesîleya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jinên Kurd, li pêşiya Girtîgeha Jinan a Amedê daxuyanî bide. Daxuyanî dê siba saet di 11.30’an de bê dayîn û gelek rojnamegerên jin û saziyên ku tev li dibin dê balê bikişînin ser rewşa rojnamegerên girtî.