MKGP dê li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyanî bide 2022-10-06 12:45:46   AMED - MKGP dê bi wesîleya Roja Rojnamegerên Jinên Kurd li pêşiya Girtîgeha Jinan a Amedê daxuyanî bide.    Platforama Rojnamegerên Jinan a Mezopotamyayê (MKGP) dê sibê bi wesîleya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jinên Kurd, li pêşiya Girtîgeha Jinan a Amedê daxuyanî bide. Daxuyanî dê siba saet di 11.30’an de bê dayîn û gelek rojnamegerên jin û saziyên ku tev li dibin dê balê bikişînin ser rewşa rojnamegerên girtî.