‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin

  • jin
  • 12:38 5 Îlon 2022
  • |
img
RIHA - Ji ber 18 jê jin bi giştî 20 kesên di Roja Jinan a Cîhanê de hatibûn binçavkirin, di dema binçavkirinê de tev li dirûşmeya  “Tundî dê me neçewisîne” bûbûn û çepik lêxistibûn dê piştî 5 salan derbikevin pêşberî dadger. 
 
Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de di 5'ê adara 2017’an de polîsan bi gaza îsotê û copan mudaxile li çalakiya meşê a jinan kiribû û 18 jê jin 20 kes hatibûn binçavkirin. 20 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî 5 salan ji bo danişîna yekem dê sibê derbikevin pêşberî dadger. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê derbarê 20 kesan de “qedexeya çalakiyan” nîşan da û bi hincetên “Polîsên di çalakiyê de hatine peywirdarkirin astengkirin”, “derveyî kanûnê meş li dar xistin, kombûn, birêvebirin û tev li bûnê” îdianame amade kir. 
 
Derbarê Rûken Kilinç û Leyla Sezen ên di nava 20 kesan de cih digirin cudatir bi îdiayên “Ji karmendê cemaweriyê re ji ber peywira wî aşkerayî û ser hev heqeret kirin” hatin tewanbarkirin. Di îdianameyê de dowîza Çîgdem Dehşet a “Bila dinya têk biçe, em ê  ji nû ve ava bikin”;  ji ber tev li bûna dirûşma “Tundî dê me neçewisînin” bûne Zehra Ocalan, Emîne Çetîner û Hacer Çagan bi hinceta “Dijî kanûnê kombûn” hatin tewanbarkirin. Ji ber tev li bûna dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serbikevin”, “Tundî dê me neçewisînin” Meral Ceylan, Hazal Kaçar û Yasemîn Kiliç; ji ber tev li bûna dirûşmên “Tundî dê  nikarin me biçewisînin”, “Li dijî faşîzmê mil bidin mil” Leyla Mumîn û Eylem Salar hatin sûcdarkirin. Ferîde Polat, Derya Yildirim Şeker, Adalet Çay, Hanim Yavûzel û Mahmût Sezer  jî bi çepik xistinê tên sûcdarkirin. 
 
Danişîna yekem a dozê bi qebûlkirina îdianameyê dê sibê li Dadgeha 2’yemîn a Asliyeyê ya Rihayê, saet 10.00’ê de bê dîtin.