Ceyran tune, xwarinê li ser kuçikî çêdike

  • jin
  • 10:58 28 Tebax 2022
  • |
img
AMED - Sevda Çaglar a ku bi sê zarokên xwe re dijî di xaniyekî bêceyran de dijî. Çaglar a ku bi stendina alîkariyê jiyana xwe didomîne, xwarina xwe jî li ser kuçikî çêdike. 
 
Sevda Çaglar a ku li taxa Kaynartepe ya navçeya Rêzan a Amedê dimîne jiyana xwe di nava xizaniyê de didomîne. Çaglar a ku di xaniyekî kevn û xirabe de dimîne, ji ber ku dest ji hevjînê xwe berdaye yek ji wan 5 mehî ên din 5 û 6 salî, bi 3 zarokên xwe ve bi tena serê xwe dijî. 
 
BI ALÎKARIYAN DEBARÊ DIKE
 
Çaglar, anî ziman ku karekî wê tune ye û wiha axivî: “Bi salan e kirê didim, perîşan bûm. Di mala min de ne sarinc heye, ne cilşo ne jî tiştek din. Nikarim serê zarokên xwe jî bişom, em rewşek gelek zehmet de ne. Ji ber ku tupekî me jî tune ye, di hewşa malê de li ser kuçikî xwarinê çêdikim, ew jî eger tiştên xwarinê hebin. Ji ber ku nikarim tiştekî bistînim. Ji bo alikariyê diçim her cihekê lê dest vala vedigerim.”
 
Çaglar got ku ew ji Weqfa Alîkarî û Xizmetên Civakî hezar 500 lîre alîkarî distîne, anî ziman ku ew 300 lîreyan dide kirêya xanî û yên dimînin jî têra pêdiviyên wan nakin.
 
PENÎR, ZEYTÛN, NAN NAYÊN KIRÎN
 
Çaglar a ku cilşoya wê tune ye, cilên xwe bi destan dişo, ji ber ku sarinca wê tune ava xwe jî di malên cîranên xwe de sar dike. Çaglar, bal kişand bihabûna bazarê û ev tişt gotin: “Ez nikarim fêkiyekê bistînim. Ji ber ku êdî tiştek nayê kirîn. Bi darê zorê em xwe têr dikin. Ne penîr, ne zeytîn ne nan.... Tiştek nayê kirîn. Hin rojan em tiştekî nabînim ku di taştê de bixwin.”
 
NIKARE DAXWAZÊN ZAROKAN BIBERSIVÎNE
 
Çaglar, anî ziman ku desthilat xizaniya li welat tê jiyîn paşguh dike û axaftina xwe wiha domand: “Ew dikarin li xwe binêrin lê em nikarin. Di malên wan de her tiştek heye lê di ya me de tiştek tune ye. Dema ku deriyê sarincên wan vedibin tije fêkî û zerzewat in lê ya me vala ye. Li mala me binêrin. Tiştek tê de tune ye. Diçim bazarê nikarim tiştekê bistînim, nayê kirîn. Ji ber ku gelek biha bûne, dewlemend dikarin bikirin, xizan nikarin bikirin. Zarokên min fêkî dixwazin, nikarim ji wan re bistînim, em bi alîkariya cîranan debara xwe dikin.”
 
JIYANEKÎ BEXTEWAR: EW JÎ NÎN E
 
Derbarê jiyana xwe de Çaglar destnîşan kir ku ew nikare daxwazên xwe û yên zarokên xwe bîne cih û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ez jiyaneke bextewar dixwazim. Jiyaneke ku daxwazên zarokên xwe bînim cih lê ew jî nîn e. Ma xizaniyek wiha dibe? Ma ev edalet e? Ma ev dewlet e? Ev rezîlî û perîşanî ye. Xelk di plazayan de dijî, em di xirabeyan de.”
 
MA / Eylem Akdag