Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma

  • jin
  • 09:13 27 Tebax 2022
  • |
ŞIRNEX - Xwişkên Leyla Karaaslan a ku ji aliyê hevjînê xwe ve li gel 3 zarokên xwe hatibû qetilkirin, diyar kirin ku xwişka wan bi salan bû ku bi îşkenceyê re rûbirû dima û gotin: "Kujer xwişka me dibir serşokê îşkenceya tazî lê dikir û heta ji ser hişê xwe diçû. Ev kes ne dîn e. Divê jin bêdeng nemînin."
 
Li taxa Yenî ya navçeya Hezexa Şirnexê di 24'ê tebaxê de zilamê bi navê Hasan Karaaslan hevjîna xwe Leyla Karaaslan (40) û zarokên xwe Derya (17),Melek (16) û Şerîfe (13) di xew de qetil kirin. Karaaslan ê kujer ji sûcê "bi zanebûn zarok û hevjîna xwe kuştiye" hate girtin. Karaaslan di îfadeya xwe ya dozgeriyê de bi şîzofreniyê parastina xwe kiribû. 
 
Lê piştre derket holê ku Karaaslan bi salan bû ku tundiya derûnî û fizîkî li ser Leyla Karaaslan û zarokên wê dikir. Xwişkên Leyla Karaaslan, Mulkiye Purnek û Sidika Kiliç ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn û behsa û tundiya li ser xwişka xwe kirin. Her du xwişkên Karaaslan anîn ziman ku xwişka wan û zarokên wê bi salan bi awayekî sîstematîk bi tundiyê re rûbirû maye û niha jî kujer xwe bi şîzofreniyê diparêze. 
BI SALAN ÎŞKENCE LÊ HATIYE KIRIN 
 
Mulkiye Purnek (39) destnîşan kir ku xwişka wê gelek caran xwe ji mirinê rizgar kiriye û xwişka wê terkî mirinê hatiye kirin û wiha axivî: "Xwişka min di temenê xwe yê biçûk de bi berdelî hat zewicandin. Ev 20 sal bûn ku zewicî bû. Leyla 15 salan bênavber tundî dit. Çend sal beriya niha lê didan. Leyla ducanî bû û xeyidî hat malê. 4 salan li vir ma. Piştre bi gotina xelkê dîsa vegeriya. Telefona wê nebû. Nedihişt ku em lê bigerin. Vî mirovî her tim zilmê li xwişka min dikir. Her lê dida serê xwe dişikand, destê wê dişikand, serê wê li  dîwaran dida. Wê dibir serşokê tazî dikir û heta jibîr ve diçû lê dida. Xwişka min gelek kişand. Bila vî kesî darve bikin. Heta ku em saxbin em ê zilma li ser xwişka min ji bîr nekin. Xwişka min heta roja ku hatiye qetilkirin jî zilm li ser serê wê hebû. Çi sûcê van însanan hebû ku kuştin? Ew ne dîn e. Heke dîn ba wê xwe jî bikuşta. Dîn vê dikin, ev ne dînitiye. Nedihişt zarok ji malê derkevin û wan li malê dîl digirt.” 
 
'BES E DENGÊ XWE DERXIN!'
 
Purnek bang li hemû jinan kir ku li dijî tundiya mêran xwe bêdeng nekin û wiha got: "Cezayê herî giran kîjan be divê ew jê re bê birîn da ku êdî bûyerên wiha neqewimin. Êdî bes e, em jin jî mirovin. Her roj vê zilmê li me dikin. Roj nîne ku jin neyên kuştin. Ez bang li hemû jinên Kurdistanê dikim; bes e bila dengê xwe derxin û serî rakin. Bes e li dijî mêran bêdeng dimînin. Jin jin e çi şêr e çi mêr e. Heta niha li ku derê mêr hatine kuştin? Her roj jin û zarok tên kuştin, heta kengî wê wisa dewam bike? Êdî bes e."
 
'KUJER CESARETÊ JI BÊCEZAHIŞTINÊ DIGIRIN'
 
Sidika Kiliç (25) jî bi lêv kir ku xwişka wê bi salan di bin îşkenceyê de maye û wiha axivî: "Rojek xwişka min hat mala me û ji serî heta lingê xwe di nava xwînê de mabû. Xwişka min wê şevê ji tirsa kuştinê ji Hezexê heta vir meşiya hatibû. Wê rojê xwe rizgar kir. Nedihişt ku bê mala me. Hem zarokên xwe û hem jî xwişka min bêdeng kiribû. Xwişka min ji tirsan xwe bêdeng dikir. Rojekî çavê wê şîn û mor bûbû. Min jê pirsî nedigot. Ew ne dîn e. Kesek şîzofren vê komkujiyê nake. Nehişt ku zarokên wî heta ber malê biçin. Her kesî dizanibû ku ev zilmê li Leyla dike lê kesekî tiştek nedigot. Leyla terkî mirinê hat kirin. Me her roj televîzyonê de nûçeyên qetilkirina jinan didîtin, lê heman tişt hate serê me jî. Heta ku em jin ji van re nebêjin, 'bes e' ev nasekinin. Jin kengî bibêjin ku, 'em ê serî hildin' wê demê ev bûyer wê çênebin. Heke ceza bidana kujerên jinan dibe ku ev tişt neqewîmîbana. Kujer weke ku dikevin betlanê dikevin girtîgehê û piştre jî tên berdan. Ev bêcazekirine wan cesaret dide wan. Divê jin netirsin û li dijî tundiya mêran bisekinin. Jin bixwazin dikarin bisekinin. Divê ku jin xwe bêdeng nekin û bibêjin bes e." 
 
MA / Zeynep Dûrgût - Omer Akin