Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim

  • jin
  • 09:03 26 Tebax 2022
  • |
img

AMED - Muzeyyen Baran ku li terzîxaneya xwe cil û bergên kurdî didirû diyar kir ku wê bi deyn terzîxaneya xwe vekiriye û bi dû re karê xwe mezintir kiriye û got: "Bila jin li ber xwe bidin."

 
Muzeyyen Baran (43) ku 7 sal in li navçeya Rezan a Amedê terzîtiyê dike, li dikana xwe cil û bergên kurdî didirû. Baran ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin, piştî zewacê ji bo xurtkirina aboriya xwe mala xwe kiriye atolyeya hilberînê û dest bi destkariyê kiriye. Baran, nêzî 10 salan bi vî awayî hilberandiye û di ber re jî çûye ji bo xwepêşxistinê kursên dirûnê. Lê belê Baranê piştî demekê tê derxistiye ku pir sûdê ji van kursan nagire û rabûye ji xwe re terzîxaneyek vekiriye. 
 
Muzeyyen Baran ku bi keda xwe terzîxaneya xwe vekiriye diyar kir ku divê hemû jin li ber xwe bidin. 
 
‘MIN BI DEYN DEST PÊ KIR'
 
Baran, anî ziman ku dema terzîxaneya xwe vekiriye, tiştek jî li ber destê wê tune bûye û got, bi 300 lîreyê ku ji hevaleke xwe deyn kiriye dest bi vî karî kiriye. Baranê destnîşan kir ku bîzmar li her derê dikana xwe ya vikîvala xistine û dest bi firotin tiştên hilberandiye kiriye û got: “Piştre min bi deyn hemû amûrên din jî kirîn û min dest bi karê xwe kir. Bi rastî, ez ji terzîtiyê hez dikim. Lê min ji bêgavî dest bi vî karî kir. Her ku min karê xwe pêş xist, min xwest bibim terziyeke baş." 
 
Baran, bilêv kir ku çendî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû maye jî, lê bi israr karê xwe domandiye û tu carî bertekên wekî "Nexebite, rûnê bila li te mêze bikin" qebûl nekiriye. Baranê got: "Lê min guh neda kesî. Bi qasî ku ji destê min hat min hewl da. Her ku ez xebitîm, min zarokên xwe dan xwendin û min hî baştir li wan mêze kir. Muhtacî kesî nebûm, ez bi xwe li ser pêyên xwe sekinîm."
 
‘LÎREYÊ TIRK BÛYE ÇOP'
 
Baran, diyar kir ku krîza aborî wekî her kesî bandor li wê jî kiriye û ev tişt gotin: “Krîzê bandoreke neyînî li karê min jî dike. Barê debarê giran dike. Ji ber ku fiyetê qumaşan zêde biha bûye, ji bêgavî hin karan nakim. Ji lew re êdî dahat ji lêçûnê kêmtir e. Par metreya qumaş bi 12 TL'yan bû, îsal ez bi 40 TL'yî dikirim. Lîreyê tirk bûye çop û maye." 
 
‘BILA JIN LI BER XWE BIDIN'
 
Baran, bang li jinan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ji bo hemû jinan e; qethiyen bila nebêjin em nikarin bikin. Bila li ber xwe bidin. Mêr dikarin bikin, lê çima jin nikaribin. Ê mêra jî du destên wan hene û yên jinan jî. Tu tişt ne asteng e li ber xebata jinê."