TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin

  • jin
  • 14:35 7 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - TJA’yê têkildarî Meşa Gemlîkê daxuyaniyek da û wiha bang kir: “Heta ku îşkence û zilma li Îmraliyê bi dawî nebe, tu pirsgirêk çareser nabin. Di serî de jin, banga me li hemû kesî ew e ku di 12’ê hezîranê de beşdarî Meşa Gemlîkê bibin.” 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî Meşa Gemlîkê ku dê di 12’ê hezîranê de bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin” bê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê rejîma tecrîdê veguherandiye rêbazekî rêvebirinê û wiha dom kir: “Dixwazin civakê bi vê tecrîdê teslîm bigirin. Pir vekirî ye ku li îmraliyê ne hiqûq lê rejîmeke tecrîdê yê taybet tê meşandin. ‘Mafê hêviyê’ yê li Îmraliyê tune tê hesibandin. Birêz Ocalan ev 23 sal in di bin tecrîdeke girankirî de ye. Pêwendiyeke xurt a birêz Ocalan bi civakê re heye û hewl didin bi vê tecrîdê pêşî li ber belavbûna fikrên wî bigirin û nehêlin bikeve nava civakê. Birêz Ocalan bi berxwedana xwe ya dîrokî re ev tecrîd vala derxistiye. Dibe ku di hêla bedenî de dîl hatibe girtin lê belê ruhê azadiyê û fikrên wî di şexsê kesayetiya azad de şênber bûye. Ragirtina di şert û mercên tecrîdê yên giran de, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê, sepaneke îdama fiîlî ye ku her roj xwe dubare dike.” 
 
BANGA TEVLIBÛNÊ
 
Di heman demê de TJA’yê daxuyand ku di şexsê Ocalan de jin, gel û hemû kesên têkoşîna azadî û demokrasiyê didin jî tên tecrîd û îşkencekirin û wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan bi sekna xwe ya li dijî vê pergala îşkenceyê re rûmeta mirovahiyê diparêze. Têkoşîna li dijî pergala tecrîd û îşkenceyê, li gel exlaqê civakî her wiha berpirsyariya me ya wijdanî û siyasî ye. Bi kûrbûna tecrîda li Îmraliyê re, krîzên siyasî, aborî, civakî û ekolojîk li civakên Tirkiyeyê tên ferzkirin. Desthilatdarî, faşîzma xwe li ser pergala tecrîd û îşkenceyê hildiberîne û heta pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê neyê tunekirin, dê faşîzm jî têk neçe. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên aştî, azadî, demokrasî û aboriyê, divê pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bi dawî bibe. Heta ku ew pergal nerûxe, dê kesek me nekare azad nebe. Li ser vê bingehê; banga me li hemû jinan û hemû gelê me ew e ku di 12’ê hezîranê de beşdarî Meşa Gemlîkê bibin.”