Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev

  • jin
  • 16:15 5 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Aktîvistên TJA'yê beriya meşa ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku wê di 12 hezîranê de ber bi Gemlîkê ve bê destpêkirin li navçeya Sancaktepeyê hatin cemhev. 
 
Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê di 12'ê hezîranê de bi şîara "Em ji bo ku li dijî siyaseta tecrîdê, azadiyê biparêzin, dimeşin Gemlîkê" ber bi Gemlîkê ve meşek bê destpêkirin. Aktîvistên Tevgera Jinên Azad (TJA), beriya meşê li Parka Ormanê ya Sancaktepeya Stenbolê bi jinan rehatin gelhev û amadekariyên xwe yên vê derbarê de domandin. Aktîvîstên TJA'yê banga tevlîbûna meşê li jinan kirin. 
 
Her wiha di bernameyê de bandora tecrîda li dijî Ocalan a ser jinan jî hat nîqaşkirin.